15 Mart 2024 Cuma

konsept û newroz

-Xalo, ma te bihîst?
-Xêr e, xwarzê? Dîsa çi qewimîye gidî?
-Ho ho! Heyrana serê xalê xwe bim, ka piçekî ji himbêza xalojna min derkeve û rojevê bişopîne bê çi diqewime, weyy! Weleh wek te nabe. Yê nizanibe ew ê bibêje qey rojev ketîye qu… nahlet li çavê Şeytên bê!
-Hahew hahew! Kuro law, ku ez dikevim nav lepên xalojna te, xalojna te mîna leymûna tu bi ser zeleteyê ve diguvêjî, heta niquta dawî jî nahêle ez xwe tev bidim. Ku tê û disincire, bi şeş bermîl av jî sar nabe. Axir, ka bibêje, te çi bihîstîye dîsa?
-Weleh min jî vê êvarê bihîst. Mûrat Karayilan bi vîdeoyeke kin mizgînî da! Rûyê wî li ken bû û simbêlê xwe jî mîna konsepta nuh sivik kiribû. Got, “Di newroza îsal de ez ê mizgînîyeke xêrê bidim we!
-Wehh! Mizgînîya çi ye gelo?
-Bi Xwedê xalo, bi qasî min lê kola, dibêjin surprîzeke wî heye.
-Te got surpîz?
-Erê, surprîz!
-Himm! Êêê?
-Weleh li gorî agahîyan dibêjin Mûrat Karayilan ê serî li dadgehê bide û doza guhertina paşnavê xwe bike. 
-Waa!
-Erê, ew ê li gorî konsepta nuh paşnavê xwe biguhere, bike “Marêreş”
ango Mûrat Marêreş!
-Wey wey wey! De bi serê şêx Quto, îja Kurdistan ê ava bibe.