Xebera te ye, tu rast dibêjî, lê tu tiştekî ji bîr dikî!
Yek ji wan kesên ku vê koletîyê bi neteweya xwe şêrîn dike jî, tu bi xwe yî.
Mîna bilbilê tirkî, bîst û çar seetan tu analîz û tehlîl û nivîsên xwe bi zimanê efendîyê xwe dikî/dinivîsînî.
Ji kerema xwe re…
erê, em dizanin bi saya serê we ferqa civakê ji pez û dewaran nemaye, lê qet nebe berî hûn ê xwe bihetikînin, hesabê çend kesên mîna min ku xwe ji vê pezîstîyê xelas kirine jî bikin.
Qaşo hûn xwende û zana û rewşenbîrên vê civakê ne, lê hûn berî wan bûne kole û ew toq kirîye stuyê xwe, hayê we ji we tune ye.
De axir…
tu ji kê re dibêjî!
Ji qewla rehmetîyê bavê min, a min jî şîreta kîrê ker e.
Û…
De nahlet li çavê Şeytên bê,
lê…
qesta min ji Şeytên, ne ew ê ku qerf û tinazên xwe bi dîndaran dike, haa!..
Rêz û hurmeta min ji wî rêzdarî re heye,
lewra…
ew mîrê jîrtî û zîrektîyê ye.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
roja ku we hew xema tirkî xwar û tenê bi zimanê xwe we fikr û nerîn û daxwaz û daxuyanîyên xwe anîn ziman, wê rojê ez ê êdî ji durustbûn û dilsozîya we bawer bikim û bi sê dengan li ser entelektuelî û rewşenbîrî û welatperwerîya we bilîrînim.
Û bi wê sekn û helwestê jî, hûn ê di dil û hinavê dagirkerên xwe de bibin tirs û xof,
lê halhazir…
bi vê durûtîya we ya populîst dagirkerên we hesabê we nakin, mixabin.
Gotina Dawî
Xweda kesî şaş neke, ku şaş kir, fahş neke, ku fahş jî kir, berê wî bi kaş ve neke!..