Belê,
îroj nûçeyek bi ber çavê min ket. Li derdora gundê Hecî Hesen ku girêdayî Qezê/Qoserê ye du beraz hatine dîtin.
Wer xuya ye bi vekişîna apocîyan êdî em ê li wan çîyayan û li binya wan çîyayan em ê hînî berazan û gelek tebayên din bibin.
De îja bifikirin,
cira apocîyan ew qasî ne xweş e, berazan jî xwe ji ber wan dabûn alî û newêrîbûn bi sî û starê wan bikevin.
Ya rebî tu çê bikî, ji qewla seyda Laleş Qaso!
Doh,
min xwest ez çend gotinan li ser zanîngeha Karabukê û fantezîyên xwendekaran bikim, lê min nexwest mijaran li ber xwe pahn bikim.
Û jixwe ku nivîs çi qasî dirêj dibe, mixabin, lê sebra xwendevanan jî ew qasî kin dibe.
Ev jî rastîya me ye.
Belê û erê mîna werê û wilo…
Tê gotin li zanîngeha Karabukê dem dema bacanan e,
biborin, dem dema kîrreşan e!..
Kîrê reş bûye mode û xwendekarên jin ji dest hev direvînin,
lê ya bîr nebirine, ew kîrê reş carinan ji kontrolê derdikeve û dibe marê reş!..
Mixabin, li zanîngeha Karabukê jî kîrekî reş bûye marekî reş û ewil bi xwedîyê xwe ve da ye, dû re jî çûye ketîye kê, jahra xwe tê de vala kirîye.
Axir…
Ew jahra ji wî kîrî/marî herikîye, bajar daye ber xwe, hindik maye bajarê Karabukê têxe karantînayê.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
wer xuya ye gelek jinxatûnan li tahma wî terikê reş nerîye û kezeb û gurçik li xwe reş kirine.
Êêê!
De ka ez jî bi gotineke pêşîyan biqedînim: “Tu herî erş jî, talîya talî tu mecbûrî werî ber terikê reş.”
Ji min derew, lê dibêjin “kurd”an ji bo ahenga Newrozê 500 hezar dolar dane stranbêja tûnûsî.
500 hezar dolar!
Hey xwelîserino, ne 500 hezar dolar, heger we tenê 200 hezar dolar bida min, min ê ji we re bi wî 200 hezar dolarî fîlmek çêkira ku bi wî fîlmî dinya alemê bigota, “Serxwebûn heqê kurdan e, ma hûn doza çi li wan dikin!”
Û tew ez qala festîvala Cannesê nakim, haa!
Îja wextê aqilê meriv ji kîsê xelkê be, yeka meriv nabe dudu û hûn sax.
Gotina Dawî
Ha ez bibêjim gotina dawî, ha ez bibêjim, ku gotin nebe gotina dawî…