16 Mart 2024 Cumartesi

sêv

Kurd sêwî ne û zarokên Xwedê, kerb û hêrs û acizîya xwe ji wan derdixin.
Îja dema meriv sêwî be jî, 
ber dîwaran jî ji meriv re nabe star û stargeh; dîwar jî bi ser sêwîyan de dihedimin.
Ne dê heye ji kurdan re, ne Xweda heye ji kurdan re, ne jî dîwarek heye pişta xwe bidinê, mixabin.
Û heger meriv ne xwedan dewletek be, pişta meriv jî tune ye, hêz û qaweta meriv jî…
Û Xweda bi xwe jî tim û tim li pişta xurtan e, mixabin, 
lê ev jî rastîya me ye.
Loma jî…
Hoo kurdino!
Ji we re dewlet dewlet dewlet divê.
Ji bo dîsa…
li ser Helepçeyan bi hêsirên bêdewletî hûn kezebê li xwe reş nekin,
dewlet dewlet dewlet!..

Gotina Dawî
Û li ser axa welatê min hîn jî pîrozbayîya serokan ji azadîya axa welatê min girîngtir û pîroztir e, mixabin.

Gotina Herî Dawî
Rojîya Sêvê!
Rojîya kurdan, divê ne di meha Remezanê de be; rojîya kurdan, her sal divê di meha Adarê de be û wê mehê tenê divê xwarina sêvan qedexe be 
ango divê rojîya kurdan tenê bi xwarina sêvan bişikê!
Fermo!
Ji bo hafizaya neteweyî û dîplomasîyeke navneteweyî…
Ma ne ewrûpî wateyan/mahneyan li sembolan bar dikin; di her semboleke wan de peyameke sublîmînal heye.
Divê em jî bi çalakîyên bi sêvan bala ewrûpîyan bikişînin ser vê komkujîyê û ev balkişandin jî nehêle rê li ber hin komkujîyên dinê vebe.
Axir…
Her sal di meha Adarê de bila sêv li ser dezgeyên beqal û dikan û marketan xera bibin û bi xerabûna van sêvan re jî, ev komkujî pêl bi pêl li her derê belav bibe.