30 Mart 2024 Cumartesi

dem-lî

Ne tirk, ne tirkmanc, ne jî nîvkurmanc, nahletekê li gişan bînin û herin bibêjim, “kurmanc û kurmanc.”
Bi gotineke din:
Boykot!
Boykot!
Boykot!
Hilbijartinên wan serê wan bixwe û me eleqedar nake. Û em ne mecbûr in pişta yekî jî bigirin.
Ji qewla pêşîyên me:
“Doxa kêrekê, gûyê ser bêrekê ne.”
Loma jî…
Hewce ye em kurd vê hilbijartinê boykot bikin û ez û derdora xwe yê jixwe boykot bikin,
lê…
bêbavan kesên neçin dengê xwe nedin bi 300 lîreyî ceza dikin.
300 lîre jî heqê 5-6 şûşe bîra ye,
loma jî…
ez ê boykota xwe bi vî haweyî bikim; ez ê herim ser sindoqan lê ez ê ne bidim kemalcîyan, ne bidim reîzcîyan, ne jî bidim apocîyan, li ser pusûlayê ez du gotinên xweş bi kurmancîya reş binivîsînim û têxim hundirê zerfê.
Hûn bi ya min dikin hûn jî werê bikin. Vî zemanê xerab 300 lîre 300 lîre ye.
Axir…
Piştî min meseleya xwe ya boykotê safî û çareser kir, îja vê carê jî meraqek bi min re çêbû.
Te dît dibêjin çi tê serê meriv ji meraqê tê serê meriv, lê her tim tiştên xerab jî dernakeve pêşîya meriv.
Bi kurdîya kurmancî…
Min têgeha “boykot”ê meraq kir û ez rabûm pê daketim; min li dîrokçeya wê kola.
Erê…
Em boykot bikin, lê hewce ye em wate ango mahne û dîrokçeya boykotê jî bizanin; 
ma ne wilo ji qewla keskokê?
Boykot, ji paşnavê Charles Boycott çêbûye.
Himm!
Êêê! Charles Boycott kî ye?
Charles Boycott, di zemanê xwe de berpirsê kar û barên erd û zevîyan e.
Di sala 1880 de zad kêm e û di navbera wî û erdvan û gundî û cotkar û paleyan de problem dest pê dike. Di ber hev de didin nadin, li hev nakin. 
Axir, Charles Boycott radibe 11 paleyan ji kar diavêje. 
Ji ber van rûdanan, Charles Stewart Parnell ji xelkê re dibêje bi her haweyê têkilîyên xwe ji van axayên erdan û berpirsên wan bibirin. 
Di wê çalakîyê de Parnell pêşnîyara aforozkirina Charles Boycott li xelkê dike. 
Piştî vê çalakîyê, Charles Boycott bi carekê tê aforozkirin.
Û ew roj ev roj e “Boykot” di jîyana me de cî digire û li ser zimanê me dibe gotina herî anarşîst.
Ji bo vê agahîya hêja, spasîya xaltîka xwe Googlê dikim.
Lê divê vê jî bibêjim…
Erê, em neteweperest dibêjin boykot, lê hîn jî xîretê xwe negihandîye nêzîka dînperestên me.
Nahlet li elewîtîya we bê!
Nahlet li misilmantîya we bê!
Nahlet li şafîtîya we bê!
Nahlet li henefîtîya we bê!
Nahlet li êzîdîtîya we bê!
Di odeyên twîtterê de qaşo kurdên me bi tirkî welatparêzîyê dikin.
Elewî bûne xizmetkarê kemalîzmê, misilman bûne xizmetkarê ometîzmê û her du alî jî bi çavê paşverû û qeşmerî li neteweperestan dinerin.
Ax ax!
Xelk û alemê ji xwe re dewlet ava kirine, li ser axa xwe bêminetî dijîn, xwelîserên me jî hîn şer û pevçûna dîn û bawerî û terîqet û mezheban dikin.
Lo lawo!
Bêdewletî, êsîrtî ye ango xulamtî ye, koletî ye
û ne namûsa êsîr û xulaman heye, ne jî îmana wan temam e;
loma jî…
nahletekê li xwe bînin û wê cilika bênamûsîyê ji ser serê xwe bidin alî.

Gotina Dawî
Çaya DEMLî li ser axa Kurdistaneke azad û serbixwe xweş e.