bêguman…
çendî sekn û helwesteke wan a durustane, dilsozane tune be jî, min ê bi xwe jî piştevanîya HDP/DEMê bikira,
lewra ev zîhnîyet,
jîyaneke sekuler dixwaze,
çendî bi nezanî be jî wekhevîya jin û mêr dixwaze,
bi slogana “jin jîyan azadî” ji keç û jinên ku ji ber nezanîya mêran perîşan bûne re azadîyê dixwaze,
ji homoseksuelan re nîyhandina bi her cure û hawe û fantezîyî dixwaze,
kurdên ku kurdî ji bîr kirîye ango asîmle bûne re nabêje xwe bikin kurd(î) û barê wan giran nake,
ji bo vê zîhnîyetê zimanê tirkî re problem e,
alaya tirkan ne problem e,
problema vê zîhnîyetê bi misak-i millî re tune ye
û û û…
Bi kin û kurdîya kurmancî,
heger tu nebêjî ez kurd im û xwe li kurdîtîyê sor û asê nekî û tu rabî kirasê wan li xwe bikî, tu yê bi wê govend wan a berbeqlûb digere, kêf bikî.
Îja xuya ye…
Leyla Zana jî bêrîya vê govendê kirîye ku ji bilî kurdîtîyê her kêf û konfor tê de heye…
Nizanim lê,
însan çawa dikare qêmîşî xwe bike ango çawa destê însên li însên digere vê xerabîyê bi xwe bike?
Bi hezaran dê û bav, navê te li keçên xwe kir.
Bi hezaran keç, bawerîya xwe bi wê sekn û helwesta te ya kurdistanî anîn û kirasê kurdîtîyê kişandin ser bejna xwe û di rêya Kurdistanê de lîrandin.
Ji hezaran keç re tu bûbûyî hêvî, mînak, rol, îdol, rê, rêbaz.
lê mixabin…
te ew sermîyanê xwe yê bi salan bi kedeke mezin dabû ser hev ango berhev kiribû, di Newroza îsal a Amedê de, tu çûyî, te bi destê Mehmet Ocalan girt û ew tehb û ked û sermîyan giş bi destê wî de berda,
bibore, te bi erdê de berda!..
Heyf,
heyf lê…
Mehemet Ocalan jî bi wê henûnî û germayîya destê te, di bin simêlan de dikenîya, haa!..
Ez bawer nakim Mehmet Ocalan, di emr û heyata xwe de tenê carekê jî bi vê xezeb û kêfxweşîyê bi destê jina xwe girtibe!
Îja wek min got,
HDP/DEM hest û hîsên bi meriv re bûbin meraq jî li meriv bar dike.
De were nebe DEMlî!
Ha ev jî heye,
heger karektera meriv qels û lawaz be, meriv di bin barê berjewendîyên qels û lawaz de dihetike, dibe qeşmer.
Gotina Dawî
Ez di şûna Leylayan de bim, ez ê êdî wî navî li xwe heram bikim.