Keskê got dema dêya min ji dagirkeran hêrs dibe, wer dibêje.
Zimanê kurdî, bi gotinên pêşîyan, bi biwêjan, bi qaliban ziman e,
lê mixabin…
hêdî hêdî em ji kurdî, kurdî jî ji me dûr dikeve;
lewra roj bi roj ziman xwe diguhere, lê guherîneke ne asayî ango ne normal;
bi tesîra zimanên dagirkeran ruhê xwe diguhere.
Û heger…
pîr û kalên me yên hîç bi tirkî/erebî/farizî nizanin jî xatir ji me (kurdî) bixwazin û serî deynin, êdî tenê em ê di ferhengên gotinên pêşîyan de, di ferhengên biwêjan de, di ferhengên qalibên kurdî de li gotinên pêşîyan, li biwêjan, li qalibên kurdî rast bên, mixabin.
Loma jî…
hewce ye di demeke ne pir dereng de ji kurdî re Kurdistan ava bibe.
Axir…
hêvî û xeyal xweş in, lê bi pêkhatina hêvî û xeyalan, fantezî jî xeml û neqş e.
Hz. E!
“e” mifteya kurdîlîzekirinê ye.
Li ser meseleyê:
Kûçikên tirkan dema direyên dibêjin, “Haw haw haw!” lê kûçikên me dibêjin, “Hew hew hew!”
Ya din jî…
Ew dibêjîn “Havar” em dibêjin “Hewar”
Ew dibêjin “Mantik” em dibêjin “Mentiq”
Ew dibêjin “Karakter” em dibêjin “Karekter”
Ew dibêjin “Hayat” em dibêjin “Heyat”
Ez dikarim gelek mînak û nimûneyên din jî li pey hev rêz bikim,
lê bes e, bila zêde qûna “e”yê ranebe û tîpên din dilê xwe bi xwe neşewitînin.
Gotina Dawî
Kurd, xusûsî jî kurdên bi edebîyat û huner û çapemenî/medya û televîzyonvanî re mijûl, tu carî ji kesên xweser û azad û serbixwe hez nakin û heta ji wan tê, hewl didin dûrî wan bisekinin,
loma jî…
hemû kar û xebatên wan dişibin hev; meriv dibêje qey ji bin hişê kesekî dizê.
Welatê ku partî û serok pîroz bin, azadî tenê navê neh deh bêhişan e.