Got, “Devliken, ez te şermezar û qûna stranbêjên kurd jî dax dikim! Tu li ser her jahr û quzilqurtê dinivîsînî, lê çima te li ser stranbêja ereb a tunûsî çend gotinên qut û gulover nekirine? Ma qira stranbêjên kurd hatibû yan bi şewba kulîyan ketibûn? Çûne ji bo Newrozê şandine pey wê stranbêjê!”
Ê keçê Devrîm, tu rehet nasekinî û bi zorê devê meriv vedikî, haa!
Em dibêjin pêvajo, surec, biratî, aştî, hesasîyet, tu radibî dest bi provokasyon û sabotajan dikî yaw!
Ka bise, bise wey!
Ji qewla nivîskareke me ya di navbera bihuşt û dojehê de diçe û tê, belkî “ev rê naçe bihuştê” lê belkî em bihuşta xwe li vir ava bikin!
Demokrasî!
Modernîte!
Sosyalîzm!
Biratîya gelan!
Wekhevî!
Xweşbînî!
Jîyana komî û komînal!
Bêmêrtîzm!
Feminîzm!
Xwedîderketina li homoseksuelan!
Jin jîyan azadî!
Ho ho!
Ez dibêjim çi, tu rabûyî ketîyî pey çi, Devrîm xanim!
Jixwe Newroz êdî demode bûbû.
Yeqq!
Tenê kurdîtîyeke fahş û beloq jê difûrîya;
kincên kurdî, jinên kurd, mêrên kurd, zarokên kurd, kesk û sor û zer, kesk û sor û zer
û deng û lîrelîr û halan û stranên kurdî…
Le nuha?
Stranên tirkî, stranên erebî, sloganên enternasyonalî, reng û ahenga jinan, mêran, homoseksuelan…
Te got erê?
Her kes dikare binivîsîne û heger pere jî hebe, her kes dikare wan nivîsên xwe berhev bike û wek kitêb çap bikin û xwe bikin nivîskar,
lê…
afirînerî û kûrgû ango pevxistina xeyal û fantezîyan ne karê her kesî ye.
Aha ya nivîskar û nivîskeran ji hev vediqetîne jî ev e,
lê, erê, dîsa lê…
civakên nexwende û paşdemayî, ji mejîyê ku xeyal û fantezîyan li edebîyat û hunerê bar dike, hez nakin;
lewra…
ew civak naxwaze di nav xeyal û fantezîyên surreal ên rastgo de li hetiketîya xwe bihilkume!..
Ya rast, min dixwest îşev çend gotin û kelaman li ser bûyera zanîngeha Karabukê û bazara bacanên reş jî bikim, lê bila bimîne ji sibê re, naxwazim mejî li we bibe çeqilmast.
Axir…
Gotina Dawî
Haa! Ez vê jî bibêjim…
Pirê stranbêjên kurd jî Newrozê heq nakin,
lewra…
ne sekn û helwest bi wan re heye, ne jî xwedan prensîb in.
Her weha berjewendîyên xwe yên şexsî di ser berjewendîyên neteweyî re digirin.
Û durû ne, margîse/bûkalemûn in, oportunîst û bêvîzyon in.