24 Mart 2024 Pazar

em û qereçî

Paşîv ne sihor e, hevalên nîvşoreşger û nîvmisilman.
Paşîv:
Piştî şîvan ango berî raketinan tê xwarin. Bi gotineke din, kesên heta derengê şevê şîyar dimînin, dema birçî dibin, nikarin bi nefsa xwe, radibin ya şîva ji ber malîyan maye, germ dikin û dixwin an jî heger şîv ji ber malîyan nemabe, radibin malhazirî tiştekî ji xwe re hazir dikin û dixwin. 
Û ji xwe ji bo paşîvê gotineke pêşîyan a pir xweş heye:
“Xewa mirîyan tê, xewa birçîyan nayê!”
Sihor:
Berî meleyê sibê azan bide, meriv radibe dixwe û hazirîya rojê/rojîyê dike.
Jixwe sihor seher e/destê sibehê ye; kêlîya berî tarî bişikê.
Ango ev nav ji bo rewşekê hatîye gotin.
Çi ye ev rewş?
Dîndar ji bo Xwedê îbadetê dikin; navê îbadeta wan rojî ye û ji azana meleyê sibehê heta azana meleyê êvarî xwarin û vexwarin, nîyhandin jî tê de derbend e ango qedexe ye.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
paşîv paşîv e, sihor jî sihor e.
Haa!
Min got rojî, meleyê doh hat bîra min. 
Digot, “Di meha rojîyê de heger hûn bi rojî bin, dema hûn çûn tuwaletê, we hundirê xwe vala kir û we dest bi şuştina qûna xwe kir, hay ji qûna xwe hebin; heger tenê niqutek av jî here qûna we, rojîya we dişikê û di huzûra Xwedê de hûn dibin gunehkar.
Ya star û bêlome be!

Vê populîzmê mala xelkê xera kir. Hinek bi zorê xwe dikin stranbêj, hinek bi zorê xwe dikin komedyen/stand upvan, hinek jî bi zorê xwe dikin nivîskar, mixabin.
Îja heyran,
civaka me civakeke belengaz e. 
Rast û derewan, durist û durûyan, baş û xeraban, zana û nezanan, fêde û xisarê zû bi zû ji hev dernaxe.
Loma jî…
kî bixwaze bibe çi, dibe û civak jî wan datîne ser serê xwe.

Gotina Dawî
Berê,
digotin, “Keçika qereçî nabe xatûn” lê em bi xwe bûne qereçî, mixabin!..