Haa!
Xwe jî wek xwê ye.
Çawa ku meriv xwê bi ser çi xwarinê wer bike, tahma wê xwarinê diguhere û xweştir dike, her weha hûn jî xwe li çi bar bikin, hûn ê wî tiştî bikin ê xwe, lewra xwebûn ê jê bifûre, loma.
Axir…
ya min dike ez, ya te dike tu, ya me dike em, ya we dike hûn, ziman bi xwe ye.
Û bi kin û kurdîya kurmancî,
wek xwê, hûn jî zimanê xwe bi ser her tiştî ve wer bikin
ango zimanê xwe li her tiştî bar bikin, da ku her tiştê hûn jê hez dikin, bibe yê we.
û hûn jî bibin ên xwe!..
Bêguman!..
Bireqisin, govendê bigerînin, stranan bistirên û biqîrin,
lê…
hay ji xwe hebin, zêde xwe li erdê nexin, bila mentiqa we di nav mejîyê we de neçelqe;
heger were û biçelqe ew mentiq, aş ê here, em ê tenê têkevin pey çeqçeqokê.
Newroza we pîroz be!
Gotina Dawî
Ji bo min, Celadet Elî Bedirxan ji hemû serek û sekreteran pîroztir e.