7 Mart 2018 Çarşamba

Kurdî Heram e

Em zanin kurdî zimanekî heram e û kurd ji heram hez nakin.
Herweha pariyê heram di qirka wan re derbas nabe.
Lê mixabin, em jî tenê karê heram dikin 
û mîna meriv li nav jinbiyan kîrê xwe derxe em hewl didin kurdiya heram bifiroşin kurdên helal.
Ne sûcê wan e, sûcê me ye.
Heta nuha jî min çavê xwe bernedaye pereyê kitêban.
Min nivîsiye, çap bûye û weşangeran û kitêbfiroşan ji xwe re li hev kirine.
Ji her çapekê sed kitêbek jî dane min, min jî li dost û nasên xwe belav kirine.
Belkî ez şaş bim, lê min dil nekiriye li ser kursiyekê rûnim, xwe qure bikim û kitêban îmze bikim.
Wek ku meriv bi zorê malê xwe di stuyê xelkê rake.
Ya rast, dema Doxînsistîzm çap bû, li ser daxwaza hevalê weşanger min xweliyeke weha carekê li serê xwe kir, 

lê dû re poşmam bûm, mîna şeytan bi min bikene.
Kurdî hîn nebûye zimanê kurdan, em hewl didin mîna zarokên xelkê yên têr xwe binepixînin.
Kurd hewl didin derbasî kultura popîler bibin, 

lê zimanê xwe li pey xwe dihêlin.
Bi kîrê xelkê niyhandin nabe!
Axir, min xwest bibêjim min tu carî bi çavê bazirganî li nivîsandina kurdî nenêrî-xwezî ew derfet hebûya û min jî wek xelkê karîbûya ji zimanê xwe pere qezenç bikira; ew tiştekî din e.
Kurdî heram e û kurd ji heram hez nakin.
Berî nuha bi du-sê mehan kitêba min a sisiyan "Xweşzûgotinokîzm" derket.
Jixwe dema derket ez ne li welêt bûm, li Bakuyê bûm.
Li ser daxwaza hevalan min jî ji zarokan re got çel-pêncî kitêbî bibin Şevîn Cafeyê da hevalên li Stenbolê dijîn karibin bi dest xin.
Zarok pêncî kitêbî dibin datînin Şevîn Cafeyê.
Du meh di ser re derbas bûn, xwediyê Şevînê ciyê xwe dewrî ciwamêrekî din dike. 

Jixwe her du ciwamêr jî nas in.
Axir, rojekê min ji wan zarokan re got, "ka hela bipirsin bê çi hat serê wan kitêban?"
Yek dispêre yê din; xwediyê berê dibêje ew, ê nuha dibêje ew...
Cafe bi milyaran dewrî hev kirin, ew pêncî kitêb di danûstendina wan de wenda bûn; her duyan jî xwe lê nekirin xwedî.

Ya rast ez heq didim wan jî; 
her kitêbek bi sed euroyî ye; 
pêncî kitêb pênc hezar euro dike.
Di rewşeke wek rewşa îro de pênc hezar euro heqê texsiyekê ye.

Loma jî normal e hesab li bin guhê hevdu ketiibe û serê wan tevlihev bûbe.
Nahlet li çavê şeytên bê!
Min jî ji ciwamêrekî re got here binêre, yên çûne hey çûne, yên mane bi xêra xwe belaş li keç û xortên xwendekar belav bike.
Erê bi serê we, eynê weha.
Me dev ji piştgirî û destekê berda, qet nebe bi nav kedê de nemîzin gidî.
Û di dawiya vê gotarê de ez dîsa dubare bikim:
Kurdî heram e, kurd helal in û kurd malê heram naxwin.