10 Mart 2018 Cumartesi

Em Mazoşîst in

Ez li bajarekî Îngilistanê hatibûma dinyayê û li gundekî Londonê mezin bûbama, îro wek gundiyekî îngiliz min ê li gorî çarçoveya kultura îngilizan şivantî bikira û li çiya û zozanên wê li pey pez ew ê bi ewoewoya min bûya bi îngilizî.

Ez li bajarekî Fransayê hatibûma dinyayê û li gundekî Parîsê mezin bûbama, îro wek gundiyekî fransî min ê li gorî çarçoveya kultura fransiyan karê şerabê bikira û li nav rez û bexçeyên wê min ê ji tirî şerab çêbikira him vexwara, him jî bifirota bazarê bi fransî.

Ez li bajarekî Japonyayê hatibûma dinyayê û li gundekî Tokyoyê mezin bûbama, îro wek gundiyekî japonî min ê li gorî çarçoveya kultura japonan masîvanî bikira û li nav bahrê piştî girtina her masiyî min ê bigota "banzaî" bi japonî.

Ê heyran, em kurd in û li gorî çarçoveya kurdî çêdibin, mezin dibin û bi firê dikevin.
Jiyan her jiyan e, li ser her axê û li her welatî.
Û li ser her axê jiyan bi zimanê wê axê tê jiyîn.
Dema meriv zimanê wê axê biguhere, bi genetîka wê axê tê lîstin û mîna meriv li ser kerpîçên herînî bi keviran xanî lêkê, ew kesayet virnî dimîne anku xurt li ser xwe naedile.
Her cara em ê qala jiyîna kulturekê bi zimanê wê kulturê bikin, hin bêbav ê derkevin ji me re felsefeyeke beradayî biparêzin.
Heyran, heger we baş bi felsefeyê zanîbûya, jixwe we yê zanîbûya tiştên ku hûn diparêzin li dij sosyolojiya wê axê, li dij sosyolojiya wê felsefeyê ye.
Însan û ziman, mîna ax û kuulturê bi hevdu girêdayî ne.
Heger bi zimanê wê axê kulturek ava bûbe, hûn nikarin bi zimanekî din wê kulturê bijîn.
Her ax bi kultura xwe û her kultur bi zimanê xwe xweş e û geş dibe.

Tu ziman ji tu zimanî ne pîroztir e,
herweha tu ziman ji tu zimanî ne kêmqîmetir e jî.
Tu netew ji tu netewî ne pîroztir e,
herweha tu netew ji tu netewî ne kêmqîmetir e jî.
Çawa ku her kes bi zimanê xwe, bi netewa xwe serbilind û serfiraz e,
mafê kurdan jî heye bi zimanê xwe û netewa xwe serbilind û serfiraz bin.
Lê ev tercîhek e.
Kes nikare bi zorê kesî bike kurd,
herweha kes nikare bi zorê ji kesî re bibêje, ""tu çima kurd î" jî.
Êş û xweşiya wê ji me re,
ji ber ku em bi dilê xwe-ne bi zora kesî dikin.
Em ji wê êşê kêf û zewqê jî distînin.
Em mazoşîst in, çi ji we re?
Lê ji kerema xwe re ji mazoşîstiya me re nebin mazot.
Û hew!