8 Temmuz 2018 Pazar

Kurd bi qasî kurdî hene

Rast e, mamoste Îsmaîl Beşikçî wek tirkekî destê xwe datîne ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera nake; her vê brînê kul dike, kul dike da em bi jana brîna xwe bihisin.
Dema em bi xwe qala jana vê brînê dikin, zêde tesîrê nake, lê dema ji zimanê mamoste Îsmaîl Beşikçî dizê, ew zayîn deng û olan dide.
Ji dil ez vê helwesta mamoste Îsmaîl Beşikçî pîroz dikim.
Sosyolog e û lewma jî ji sosyolojiya kurdan baş fêhm kiriye.
Xwedîlêderneketina kurdî, kurdan ber bi qirbûnê ve dibe û jixwe qir dibin jî êdî, hêdî hêdî...
Li seranserê Tirkiyeyê-Kurdistan jî di nav de, bi qasî sîh milyon kurd dijîn.
Lê çi qas ji wan kurd in?
Çi qas ji wan bi rengê xwe yê kurdî dijîn?
Sîh?
Bîst?
Deh?
Û ne pênc jî...
Ji roja ku min xwe nas kiriye û ez ji xwe re dibêjim ez kurd im, ez têgihiştime ku kurdbûn bi kurdî dest pê dike, wekî din kî çi dibêje, tenê derew e, xwe û derdora xwe xapandin û megalomanî ye.
Ji roja roj min gotiye, ji destê kurdekî berhemeke ne bi kurdî, bi tenê zirarê dide kurdan û dest û zilma dagirkeran li ser me xurtir dike-ferz dike.
Ne tenê kesên bi zimanê dagirkeran dinivîsin, siyasetê dikin, kar û barên rewşenbîrî bi rê ve dibin, herweha nivîskarên xwedêgiravî xwe wek şowalyeyên zimanê kurdî dibînin jî, dema berhemên xwe diqulipînin-werdigerînin zimanên dagirkeran, di nav heman nakokî-paradoks-xwenezaniyê de ne. Û bi tenê xizmetê ji dagirkerên xwe re dikin.
Mamoste Beşikçî li ser Selahadîn Demîrtaş rexnenivîsek nivîsiye. Dest û dilê wî sax bin, lê jixwe roja ku li zindana tirko min bihîst Selahadîn dest bi eşqa tirkî kiriye, min ew rexne kir û min heman xalên di vê nivîsa xwe de mamoste Beşikçî destnîşan kirine, wê rojê yek bi yek nivîsîbû.
Lê baş e, Mamoste jî vê zîhniyeta ku bi tenê zirarê dide kurdan û dest û zilma dagirkeran li ser me xurt dike-ferz dike, xistiye nav çavên me.
Lê ka ew çav ku bibînin...