"Xwezî me jî bi qasî qereçiyan
ji kurdî hez bikira"
-PARADOKS-
Qereçiyên
nav me pir resen-hur in. Kurmanciya wan zêde nelewitiye; heta ez karim bibêjim
hîç nelewitiye. Xwebixwe ne û zêde kar û barên fermî nakin, loma her bi
kurmancî dijîn.
Li
çiya û zozan û beriyên Kurdistanê bi rengê axê, bi zimanê axê dijîn. Pîne li
zimanê wan neketiye.
Cemîlê
aşiq-qereçî, yek ji aşiqên Mêrdînê yê herî berbiçav-popîler e.
Şahê
defê ye.
Di
dawetên herî navdar û rewşên herî awarte de her ew li pêşiyê ye û defa wî di
stuyê wî de, her dike gurmînî...
Wê
rojê ew û birayê min li deverekê li hev rast tên û dipeyivin.
Birayê
min wek her xortî telefona wî di dest de di feysbûkê de ye.
Cemîlê
me li kêleka wî rûdine. Û lêgerîna birayê min a li ser feysbûkê bala wî dikişîne,
difitile, li ser stuyê xwe re lê dinere.
Birayê
min di rûpela min de ye, nivîsên min dixwîne.
Cemîlo
çav li wêneyê min dikeve. Çav di serî de dibin tas.
Bi
haweyekî ecêbmayî dibêje,
"Ahoohoo!
Ev kî ye law? Çi simbêlê wî heye. Viya kare bi simbêlê xwe zilaman
daliqîne."
Birayê
min dikene, dibêje, "Birayê min e."
Piçekî
din xwe li ber xweş dike, dibêje, "Ez viya nas dikim, kuro. Ev ne
hunermend e?"
Birayê
min dibêje, "Nivîskar e."
Piqînî
bi Cemîlo dikeve, dikene, dibêje, "Kuro, ma navê wî çi xweş e; him
Devliken, him Kelogirî..." û dîsa dibe hakehaka wî.
Piştî
kêliyekê zingînî bi telefona wî dikeve. Tu nabê hinan mitorsiklêtê wî dizî ye û
yê lê digere diz kifş kiriye.
Ji
nişka ve dengê wî bilind dibe û hêrs û aciziya wî li wê derê olan dide.
Peyva
xwe xelas dike nake difitile ser lawê xwe, dibêje, "De heydê bilezîne em herin. Maşalê jina
wî ciwan be. Em ê îro li kêfê xin..." û lê dixin diherin...
-ARAF-
Em
qerf û henekên xwe bi qereçiyan dikin, lê qereçî ji me duristir û dilsoztir
in.
Qet
nebe vediguherin çi, heqê wî tiştî didin. Me ew di nav xwe de asîmle kirin, lê
îro ew ji me bêtir li ruhê kurdî xwedî derdikevin.
Tirkan
hatin em dagir kirin, em veguherîn xwe-em kirin tirk, lê îro ne em wek xwe kurd
man, ne jî em bûn tirk...
-TRAJEDÎ-
Hoo
kurdino!
Bes
xwe biêşînin, bes xwe aciz bikin. Û bes serê xwe bi kurd û tirkan re biêşînin;
jixwe piştî demeke ne kin û ne dirêj, em ê hemû vî kirasê tirkî li xwe kin û ev
mesele yê jî ji kokê de hal bibe.
Jiyan
bi tercîhan dimeşe.
Û
tercîha kurdan entegrebûn e.
Entegrebûn
jî mertal e ji bo tirkîzmê.
-PERDEYA
DAWÎ-
Piştî
mirina kurdan û mirina xwedayê berê û nuha, kurdî yê li ser xweliya bêxîretiya
wan, ji nû ve ji alî xwedayekî nuh şên bibe.
-GAZÎ
Û HEWAR-
Kurdînino!
Zimanê
xwe ji jahra van zimanfiroşan veşêrin.
Hûn
zimanê xwe biparêzin, da ku ew ziman roj were, ji qirbûna we re bibe
mertal.