Ji roja em ji
dawa dêya xwe dikevin heta roja em dîsa li dêya xwe vedigerin, tenê zemanek
heye;
temen anku
emir...
Û dê her tim ji
kezeba xwe re dibêjin, ”Emrê min ji te re be, berxê min."
Anku "Ji emrê min
têkeve ser emrê te, berxê min.”
Roj bûne hefte,
hefte bûne meh, meh jî sal.
Û sibe em derbasî
saleke din dibin; ji temenê me saleke din kêm dibe,
lê salek li
tecrûbe û zanîna me zêde dibe.
Min ji xwe re du
şûşe bîra û du şûşe şerab kirî.
Wek salên berê ez
ê li ber televizyonê rûnim û ji xwe re li qenalekê bigerim; di kîjan qenalê de
dansoz hebe ez ê li ser wê qenalê bisekinim û li ber reqsa wê dansozê xwe bi
bîra û şerabê waftîz bikim.
Dansoz!
Dansozan dev ji
dansoziyê berdan ji ber dansoziya bêaran.
Di siyasetê de
dansoz...
Di edebiyatê de
dansoz...
Di hunerê de
dansoz...
Di têkiliyên
hevaltiyê de dansoz...
Di hez û eşqê de
dansoz...
Ji serî heta binî
dinya bûye dansoz.
Dinya!
Ji roja dinya ava
bûye heta nuha, bi rêya ol û îdeolojiyan însan hîç wext ji zîhniyeta pez xelas
nebûne.
Wek pez
dinêrin.
Wek pez difikirin-nafikirin.
Wek pez
guhdarî dikin.
Wek pez
îtaat dikin.
Wek pez
meriv berê wan dide ku diherin wir.
Bi vê
zîhniyetê pêdivî bi mejî tune ye; mejî di hundirê wî qafikî de tenê kulmeke
mast e.
Pez!
Pez rengekî
din ê mirîdtiyê ye.
Mirîd kwîr
in.
Mirîd kerr
in.
Mirîd mîna
mirîşka gêj gêj û sewsî ne.
Û bi saya
serê van mirîdên kwîr-kerr-gêj îsal jî kurd ji nekurdan rizgar nebûn.
Kurd!
Anku kesên
bi kurdî dijîn.
Kurdîjiyîn.
Meriv hez û
eşq û êşên xwe dike bêjê û bi wan bêjeyan zimanekî diafirîne.
Ew ziman
dibe meriv bi xwe.
Û ez te, tu
wî, ew ê din hîn dike û em hemû bi hev re dibin qewmek bi xêra vî zimanî.
Meriv hînî
zimanekî din jî bibe, ew ziman ê nikaribe wek zimanê meriv ji hez û eşq û êşên
meriv re bibe deng;
her tim
hêlekê xav bimîne.
His!
Meriv bi
hiskirinê nabe kurd.
Meriv bi kurdî
dibe kurd.
Di nava rojê de
meriv herî pir kîjan zimanî bi kar bîne, meriv dibe perçeyek ji wî zimanî.
Ziman!
Ziman man û neman
e.
Û heger rojekê
zimanê we ji we bikeve, li erdê hûn kîjan zimanî bibînin, êdî ew e zimanê we.
Qewmek li ber
mirinê be, zimanê wî qewmî kare ji nû ve wî qewmî vejîne,
lê heger zimanê
wî qewmî li ber mirinê be, ew qewm bi mirina zimanê xwe re dimire û hew radibe.
Serê salê, binê
salê, xwedê zimanekî bide vî qewmê li ber sekratê!