Nizanim em çi navî li vê nexweşiyê bikin?
Zekema Teknolojîk?
Almewta Elektronîk?
Şewba Xwelîserîk?
An Bapêşa Mejîsistîk?
Gelo ev nexweşî tenê li cem me kurdan heye yan ev nexweşî nexweşiyeke navnetewî ye?
Li ser medya sosyal li çare û dermên digerin.
Yek wêneyê bavê xwe li ser rûpela xwe belav dike-Bav li ser kêlekê veketiye derpiyekî xetxetî kişandiye ser atlêtê spî, ziman ji dev kişiyaye mîster Ruhstîn li benda emrê birêz Xwedê ye.
Yek wêneyê dêya xwe li ser rûpela xwe belav dike-Dê li ser piştê veketiye, her du destên wê ji wê fireh, çav bi zorê diherin ser hevdu.
Yek wêneyê kalkê xwe li ser rûpela xwe belav dike-Kalik bi xwe êdî gazî mîster Ruhstîn dike da kêliyekê berî kêliyekê were wî ji wî ezabî xelas bike.
Yek wêneyê pîrka xwe li ser rûpela xwe belav dike-Pîrik li ber sekratê ye, belkî mîster Ruhstîn bi xwe jî xwe negihîne ser.
Ji me şopînerên xwe ji bo dê û bav, pîrik û kalik û nizanim çiyê xwe dua dixwazin da nexweşên wan sipîsax bibin.
Heyran!
Heger min zanîbûya tesîra duayên min ewçend xurt e, duayên min ê ne ji bo dê û bav û kalik û pîrika te yên mîster Ruhstîn jî hew kare wan xelas bike bûna.
Mesele,
Kurdî kurd celî kirine; min ê dua bikira da ku kurdî kurd efû bikira.
Civak ji nezaniyê ji pez xerabtir bûye; min ê dua bikira da ku civak piçekî li mejiyê xwe hayil bibûya.
Mirîdîtî prosesa piştî qansêrê ye û ji sedî heyştê kurd bûne mirîd; min ê dua bikira da ku ew mirîd bi cizma êqil biketana û li xwe vegeriyana yan jî heger venegeriyana jî bimirana û em ji wan xelas bibûna.
Partî û rêxistinên kurdan ji xêndî kurdan ji her miletî re xizmetê dikin; min ê dua bikira da ku piçekî bi kurdî çend nifir li dijminên kurdan jî bikirana.
Serokên kurdan ne serokên kurdan e, serokên malbat-eşîr-derdor-zîhniyet-îdeolojiya xwe ne; min ê dua bikira da ku serokekî kurdan jî wek serokê xelkê çêbibûya û serê me ji ber bilind bûya.
Ne bext maye, ne ûjdan; min ê dua bikira da ku ev miletê xwedan dîrok û medeniyet li bext û ûjdanê xwe vegeriya.
Ji xwelîseriya siyaseta siyasetmedarên ji siya xwe ditirsin, helwest bi kurdan re nema ye; min ê dua bikira da ku kurd bibûna xwedan helwest.
Em hew jinên xwe ji mêran nas dikin; min ê dua bikira da ku jinên me jî bibûna wek jinên xelkê bedew-seksî û bêhna jinîtî û şehwetê ji wan bifûriya.
Ol û îdeolojiyan malik li me kurdan xera kirine; min ê dua bikira da ku xela li ol û îdeolojiran rabûya.
Ji tesîra siyaseteke qirêj, ne huner, ne edebiyat, ne jî sînema pêş dikeve li ser axa welatê min; min ê dua bikira da ku kesî hew qala siyasetê bikira.
Zana-rewşenbîr-entelektuelên vê civakê bi zimanê vê civakê nizanin, min ê dua bikira da ku zana-rewşenbîr-entelektuelên vê civakê zimanê nas bikirana û bielimiyana.
Heyrana çavê we!
Heya dor were dê û bavê we, pîrik û kalkê we, li ser zimanê min ne "D" dimîne, ne "U" dimîne, ne jî "A".