8 Mart 2018 Perşembe

Mele Evdî û Hecî Hemê

Li ber sekratê li ser nivînê xwe vekitîbû.
Çav sist, bêtaqet, lihêf kişandibûn heta binya rîha wî.
Çend ta rîh ketibû bin lihêfê, çend ta rîh jî li ser lihêfê bel sekinîbûn.
Jina wî li ber serê wî hêsir digindirand.
Piştî çend deqeyan meleyê gund teva şaşik û cubê xwe derbasî hundir bû.
Hecî Hemê bi zorê çavên xwe vekirin.
Bi dengekî mirarokî kir pistînî:
-Keçê ji wî quzjingeyî re bibêje bila neyê li ber serê min rûnene, bêhna mirinê jê difûre.
Hecî Edlê di ber xwe de got:
-Tobe! Tobe!
Mele Evdî hat li ber serê Hecî Hemê rûnişt. Kêliyekê bêdengî çêbû.
Mele Evdî got:
-Hecî, tu dikî ji dinyaya derewîn koç bikî herî dinyaya rastîn. Eşheda xwe bîne.
Lêvên Hecî Hemê zuha bûbûn. Xwest bipeyive, ziman negeriya.
Hecî Edlê destê xwe xist ber serê wî serê wî piçekî rakir, ji tasa avê ya li ber serê wî qurteke av dayê. Zimanê xwe bi dora lêvên xwe xist û di ser xwe re li Mele Evdî nêrî, got:
-Tu kî yî? Tu hatiyî ruhê min bistînî?
Mele Evdî bişirî, got:
-Na Hecî, ez Mele Evdî me. Te xwe şaş kir. Hîn dor nehatiye Ezraîl.
Hecî Hemê li jina xwe nêrî, dû re fitilî ser Mele Evdî, ziq li çavên wî nêrî, got:
-Ez bikutim jina te, Mele Evdî!
Hecî Edlê şaş û ecêbmayî li Mele Evdî nêrî, şerm kir, got:
-Mele, li qusûra wî nenêre, dike ruhê xwe teslîm bike, nizane dibêje çi.
Mele Evdî hêrs bû, got:
-Ker di jina wî ne! Ez cara ewil dibînim di ber sekratê de kîrê yekî radibe.
Fitilî ser Hecî Edlê, got:
-Heşayî te Heciyê!
Hecî Edlê got:
-Jixwe Hecî jî niyhabû jina te, em bûn ji ber hev, tişt nabe, Mele.
Mele Evdî devê xwe xist guhê Hecî Hemê, got:
-Bi xêr dema tu çûyî dinyaya rastîn, li vê dinyaya derewîn ez ê ji bo te CDyeke taybet hazir bikim û bînim têxim ber kevirê serê te, tu yê bibînî bê kî dikute jina kê. Dema tu aciz bûyî jî, lê binêre û bi xwe xweş bîne.