xanîyan
gundan
bajaran hilweşînin
hûn dikarin
welatan bomberan bikin
û hûn dikarin
hemû candaran biqelihînin
erê hûn dikarin
hûn dikarin
bi ser erdê de esmên jî bînin xwarê
xanî ji nû ve lêdibin
gund û bajar ji nû ve ava dibin
candar û şênî ji nû ve zêde dibin
lê ji bîr nekin
heger hûn kurdan bikujin
û kurd nemînin
însanetî nîvco dimîne
vê sibehê
di rengê tawis de
we xweda kuşt
belkî jî
xweda bi xwe xwe kuşt
bihuşta li ser wan perîkan reng vedabû
bi qêrîna zebanîyan reş xeniqî
vê sibehê
mala kurdekî bi ser serê wî de hilweşîya
bi destê zarokên xwedayekî
agir ketibû mala wî kurdî
lê wî kurdî terka însanîyetîya xwe nedikir tu carî
ji hêlekê ve
hewl dida bi hêsirên xwe vemirîne wî agirî
ji hêlekê ve jî
agir bi kezeba wî ketibû
lewra
mazûvantîya wî nîvco mabû
nikarîbû ji mêvanên xwe re taştê çêke
wî rebenî
erê
vê sibehê
di nav wî agirî de xweda şewitî
û bêhneke berazî belav bû li wî erd û esmanî