Lê weleh ez ê wî nexim rojeva xwe; jixwe ez bixwazim jî, ez ê nikaribim; di ser sed û bîst kîloyan re ye û di her kîloyeke wî de sed kîlo gemar û pîsî heye.
De îja Falyali jî, ne yek û ne didu ne; bi potansîyel, her ji deh kesan yek Falyali ye li vî welatî.
Sosreta herî mezin ew e, hîn jî wextê dibe qal û behsa Apo, peyva tecrîd li ser zimanan dide lotikan.
La hewle wela!
Bi wî serê we yê ku mêjî tê de li xwe heyirîye, mêrekî zewicî ji Apo bêtir di bin tecrîdê de ye.
Eyb e, şerm e, fedî ye, lê ez piçekî din pê de nerim, lewra Şivan dikare doza telîfê li min bike.
Erê, eyb e, şerm e, fedî ye!
Weleh wextê ez ji devê xwendeyan peyva tecrîdê dibihîzim, ez li ber daran dikevim.
Her sal ez dibêjim,
de îsal ez ê ji xwe re tirimbêlekê bikirim, îsal ji xwe re tirimbêlekê bikirim, lê heyran, buhayê tirimbêlan sal bi sal li xwe diqulipîne û meriv dibêje xwezî bi par.
De jahr di tirimbêlê de be!
Ez tirimbêlê bikirim, ji bo bê tirs ez li wê tirimbêlê siwar bêm û bi dilê xwe bigerim, hewce ye ez bibim şirîkê petrolgehekê; yan na bi heqê lîtreyek benzîn meriv dikare danekî zikê xwe têr bike.
Agir bi mala kapitalîzmê bikeve û hezar rehm li gora siwarê Das Kapîtalê be!
Baş e biskilêta min heye, yan na min ê pê bigirta!
Gotina Dawî
Ji bo meriv kurdbûna nivîskarekî kurd test bike, di nava rojê de, li ser twîtterê bala xwe bidin twîttên wî; kurdbûna wan di nav hevokên wan de veşartî ye.