Li ber mirêkê disekinim, li xwe dinerim, lê tu yê sûnd bixwî min bavê xwe kuştîye! Yê li min dinere, tinazê xwe bi min dike.
Ez çi bûm serê saza!
Û ez çi bûm goştê qaza!
Wextê em zarok bûn, me wer digot.
Ka îja ev biwêj ji bo çi hatine gotin, nizanim.
Di esasê xwe de, vê sibehê ez xweş û baş şîyar bûm; min taştêyeke xweş jî xwar...
Lê çi qewimî, piştî xwarina taştê qewimî!
Axir, ji bo ez ji wê rewşê derkevim, ez rabûm li ser youtubeyê min li çend stranan guhdarî kir, nebû.
Min guh da nirxandin û şîroveyên çend sîyasetzanan, nebû.
Li ser ekranên tvyên tirkan min li bernameyeke magazînê temaşe kir, nebû.
Li ser hev min li maça Sampdoria û Sassuolo û li maça Barselona û Atletîko Madrîd nerî, nebû.
Nebû, nebû, nebû!
Min çi kir, nebû.
De îja...
Bi ser van kul û derdan de, kula Dinêserê jî bû zêdeyîya ser kezebê;
Şemrexîyan qûşa me dinêserîyan qetand. Di Di futbolê de Şemrex Dinêserê têk bir.
Lê çi têkbirin!
15-1
Û ez ketim depresyonê!
Anuha Emîn Erbanî û Bismillî Zeko werin di ber min de rûnin û bibe ximexima wan û çipirîskên êgir jî ji ber têlên tembûrên wan here jî, êdî ez ê ji vê depresyonê dernekevim.
Weyla agir bi mala we bikeve lo lawo futbolîsino!
Ne yek, ne pênc, ne deh, tam panzdeh gol!..
Hey we quzê wê xwaro! Ma qey we kevir bi nigên xwe ve girê dabûn, law?
Tîma ku di maçekê de 15 golan bixwe, hewce ye meriv futbolîsên wê tîma gişan ji mêranî bixe û ji bo keşetîyê berê wan bide Manastira Mor Gabriel.
Na na, ez ê îşev ji we re tu jahrê nenivîsînim.
Ez ê ne qala sîyasetê bikim, ne qala huner û edebîyatê bikim, ne jî li ser sosyolojî û psîkolojî û belengazîya me kurdan binivîsînim.
Agir bi mala we futbolîsên Dinêserê bikeve û hew!
Ka çi heqê we hebû!
Heger ev depresyon li min biazire, li min giran bibe û ez ber bi andropozê ve herim, Xweda ji min û we re mezin e!
Hêvî dikim ez neketibim andropozê!
Ka bila îşev di ser min re derbas bibe, semptom û nîşane yê rewşa min kifş bike bê ez ketime vê malmîrata andropozê yan na.
Ê de baş e, vê gavê bi xatirê we û şeva we bimîne xweş.
Ka ez herim biceribînim!..