Ji ber zimanê sîyasetê bi tirkî ye, sîyasetvanên kurd jî kêm zêde wek tirkan û ji tirkan tirkîyeyîtir
difikirin,
dinerin,
tev digerin.
Loma jî bi qasî misqalekê xêr û fêdeya wan li kurdan tune ye.
Îroj min bala xwe da mîzaha kurdan, li ser youtubeyê min li çend kurteşoneyan anku li çend skêçan temaşe kir.
Ji kultura kurdan dûr, bi zimanekî çêkirî yê mekanîk û kêm zêde bi şêwaza dagirkerên xwe hewl didan "ken"ê mêvanên li salonê rûniştî bînin.
Dema meriv ji zimanê xwe, ji axa xwe, ji erf û adet û folklor û kultura xwe dûr be, meriv li ser dev û rûyan tenê mîna pîneyekê beloq disekine.
Wek çawa destê sîyasetvanên kurd ji wê hetiketîyê nabe, her weha destê kesên di nav kultura kurdî de dixebitin jî ji wê hetiketîyê nabe.
Di esasê xwe de ew hetiketî, kompleksekê jî di xwe de dihewîne.
Çi nezan çi zana, çi xwende çi nexwende, kurd di nav destê dagirkerên xwe de jan didin, lê janeke ew bi xwe jî nizanin tesîrê li ku dera wan dike.
Lê ew jan bê hemdê wan, wan jî diêşîne, mixabin.
Îroj dema min li wan temaşe dikir, kenê min bi belengazîya wan dihat, lê li ser bextreşîya kurdî agir bi kezeba min diket.
Bala xwe bidin nivîskarekî, heger wî nivîskarî di her hevokê de carekê, du caran xwe avêtibe bextê "ku"yê, bizanibin ew nivîskar baş ne hakimê zimanê xwe ye
anku nikare xwe bi zimanê xwe bîne ziman/îfade bike.
De îja...
Heman tişt ji bo kurdên hewl didin qerf û henekan bikin jî derbas dibe.
Ji ber ne hakimê zimanê xwe ne,
ji ber ne hakimê qerf û mîzaha miletê xwe ne,
ji ber ne xurt û jêhatî û afirîner in,
ji ber ji ax û kultura vî miletî dûr in, kirasê mîzahê li ser wan baş û xweş rûnane.
Îja çi dikin ji bo ev kiras li ser wan beloq xuya neke?
Pîne dikin; serî li pîneyan didin.
Bi peyvik meyvikên tirkî hewl didin heneka xwe xurt bikin.
Û jixwe kêm zêde yên diherin li wan guhdarî û temaşe dikin jî dişibin wan,
loma jî hetk şûna mîzahê digire û ez û kurdî jî li hev dinerin û kirasê xwe diçirînin.
Gotina Dawî
Zimanê xwe biçûk nebînin; heger hûn zimanê xwe biçûk bibînin, hûn ê li ser zimanê xelkê ji zimanê xwe jî biçûktir bibin.
Zimanê we têra we û sed û yek bavên we dike, heger hûn ji dil bixwazin û jê hez bikin.
Zimanê we têra qerf û henekan jî dike.
Zimanê we têra çîrok û roman û helbestê jî dike.
Zimanê we têra huner û felsefeyê jî dike.
Lê tenê...
Erê, lê tenê
zimanê we têra bêhişî, ehmeqî û bêkêrîya we nake.