Law oldar e, îmana wî jî temam e, tenê rojekê jî rekatek nimêj lê nare; qûna wî her belot e û serî li erdê ye. Ji kirina nimêjê enîya wî bûye wek pêşîya qemyona ford.
Lê berevacî wî,
îmana bav ne temam e û ji alîyê bawerîyê ve piçekî qels e; bi sî û starê nimêjê nakeve; ji sê mehan carekê yan av bi canê wî dibe yan nabe.
Ji bo bav nimêj bike, law pir hewl dide; di ber de reş û şîn dibe, lê bav ji ya xwe danayê.
Rojek, du roj, sê roj...
Bav hew xwe li ber zixtên wî digire û dibêje, "Temam ez ê nimêj bikim, lê bi şertekî!"
Kêfa law tê, dibêje, "Heger tu çel rojî li ser hev nimêj bikî, bi soz ez ê qapûtê tu dibêjî, ji te re bikirim."
Law jî law e.
Sofî ye, lê ji fen û fûtan re ne safî ye.
Xwe bi xwe dibêje, "Ma jixwe yekî çel rojî li ser hev nimêj bike, dû re tu bixwazî wî ji nimêjê bikî jî êdî hew diterikîne; hîn dibe, dielime û werê diajo..."
Bav dibêje, "Baş e, ez ê çel rojî li ser hev nimêj bikim."
Û li hev dikin.
Rojek...
Hefteyek...
Du hefte...
Sê hefte...
Mehek...
Çel roj...
Roja çel û yekê bav tê cem law, dibêje, "Min şertê xwe anî cî, ka qapûtê min."
Law dibêje, "Ez nakirim!"
Bav dibêje, "Çima?"
Law dibêje, "Ê ma ev çel roj in tu nimêja xwe dikî. Û jixwe yekî çel rojî li ser hev nimêja xwe bike, êdî roja çel û yekê hewceyî kesî nake, bi xweber radibe dihere nimêja xwe dike; loma jî ez nakirim."
Bav jî dibêje, "Lo lawo, tu ji vî kîrê min ketîyî, loma ez baş dizanim bê çend ta mû bi qûna te ve hene. De bi wî serê te, tenê rojekê jî min destmêj negirt, çel rojî bê destmêj min nimêj kir."
De îja heyran!
Meseleya HDPyê û partîyên din jî kêm zêde mîna çîroka bav û law û qapût e.
Kes bi kesî ne bawer e û her kes li pey a xwe ye.
Bi qasî
ez dinerim,
ez dixwînim
û ez dibînim,
di çavê her du tifaqan de jî HDP taşeron e.
Tifaqa cumhûrê hewl dide di ser Evdila Ocalan re kurdan ber bi xwe ve bikişkişîne, tifaqa miletê jî hewl dide di ser Selo başqan re...
Çerxedolab e!..
Û kêkirkê ye!
Lê em vê jî ji hev re bibêjin, ji bo nezanên hay ji nezanîya xwe tune:
Di esasê xwe de peyv peyva Evdila başqan e, Selo başqan tenê li gorî senaryoyê her ji çendekî carekê dibêje, "xalo ez vaaa me" û hew!
Bi kin û kurmancî:
Ê madem tu xwe bi ava zemzem û kewser û zerganê bişoyî jî, di çavê wan de tu her gemarî û şolî yî,
wê çaxê,
xwe erzan nefiroşe!
Bila derîyê te ji tifaqa cumhûrê re jî vekirî be,
bila derîyê te ji tifaqa miletê re jî...
Yanî birê bavê min, ji qewla rehmetîyê apê min Meheme, stratejîk tev bigere.
Lê...
Xweş xeber e, lê pê ne bawer im.
Lewra,
taşeron her taşeron in û her li pey komîsyona xwe ne; kî çi zêde bide, li wir in.
Gotina Dawî
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!