18 Şubat 2022 Cuma

miridî û xwerizgarkirin

Got,
"Heger te felsefeya wî xwendibûya, tu weha nedipeyivî."
Min got,
"Ne felsefeya wî, lê min gelek nivîs mivîs û kitêb mitêbokên wî xwendin. Tew ez dibêjim ji ber hayê te ji derew û dizîyê tune ye, te ew li ber çavê xwe kiriye feylesof û te ji xwexapandin û xeyal û fantezîyên xwe yên şîzofrenîk felsefeyek çêkirîye, mixabin. De îja ji bo tu bi wê felsefeya tu bi xwe jî nizanî tiştekî çawa ye, dîn û gêj û har nebî û bi çolê nekevî, here wê "felsefe"ya wî têr bixwîne; 
erê têr bixwîne, ji bo tu wî nas bikî bê çawa tu û yên wek te di nav destê wî de bûne pepûk û kûklayên textikî."
Got,
"Himm!"
Min got,
"Ne himm, heya ji hundirê serê te neyê himehim û gumegum, tu yê wî jî, xwe jî nas nekî."
Got,
"Ji ber li her çar perçeyan ên wek te hene, em di vî halî de ne."
Min got,
"Ji bo her çar perçe bibin perçeyek û xwelîya wî perçeyî li serê te û yên wek te bikim, ez ê di xwe nim û yên wek xwe pir bikim."
Bêhnekê bêdeng ma, dû re hewl da tiştekî bibêje, lê ew felsefeya derewîn bi gazî û hewara wê de nehat...
Min got,
"Tu hîn ciwan î û berî ciwanîya te di qirika te de bibe girêkek û siberoj di ber te de bimîne, xwe ji wê derûnîya mirîdî rizgar bike."
Deng nekir.
Hindik mabû ez di bin simbêlan de bikenim û bi jîrbûn û zanebûna xwe, xwe qure bikim, xwedênehiştê bi dengekî dawidî qêrîya û got,
"Bijî serokê sererd û binerd!"

Gotina Dawî
Mirîdî proses û qonaxa piştî qansêrê ye. 
Sibê, bi îhtimaleke xurt ew ê ji qansêrê re derman peyda bibe, lê dermanê mirîdîtîyê ne li cem Xweda heye, ne li cem Şeytan heye, ne jî TIB dikare çareyekê jê re bibîne, mixabin.

Jêrenot anku Têbinî
Heger rojekê li derdora we mirîdek mir, netehebin, nerin sersaxîya wî; mirîd jixwe mirî bû!..