Pêşîyên me gotîye, "Bila aqilê te ne ji kîsê xelkê be!"
Çima wer gotîye?
Ji ber ku,
heger aqilê te ji kîsê xelkê be, ew aqil ê ne di xizmeta te, ew ê di xizmeta xelkê de be.
Û jixwe werê ye jî!
Kesê rişma aqil dixe destê xwe, wî aqilî ji bo berjewendîyên xwe dibezîne.
Bi gotineke din:
Heger aqilê te ji kîsê xelkê be, ew aqil êdî ne aqilê te ye.
Ew gewde di bin wî aqilî de hemaltîyê dike, lê aqil wî gewdeyî ji bo berjewendîyên xelkê dibetilîne.
Em vegerin, werin îroj...
Îroj, ji ber ku aqilê me ji kîsê xelkê ye anku em hemaltîya aqil dikin, ew aqil li ser me tenê mîna barekî xuya dibe.
Û di bin wî barî de em dieciqin.
Dewleteke me tune ye.
Li ser axa xwe em mîna parsekan dijîn.
Bi aqilê xwe yê ne yê xwe em kodên belengazîyê li hev bar dikin.
Dewlet tune ye...
Ji bo dewlet çê bibe, neteweyek anku miletek hewce ye, lê ew aqilê ji kîsê xelkê nahêle em bibin netewe anku milet.
Û tenê ji neteweyan re anku ji miletan re dewlet heye.
Heger dewleteke te tune be, kes hesabê te jî nake; tu mayî, tu mirîyî, ne xema kesî ye;
loma...
Zimanê me li ber sekratê ye, qêreqêra wî di esmanê heftan re derdikeve, lê ji ber ku tu bêdewlet î, Xweda jî dengê te nabihîze.
Em ji ser axa xwe mîna bêhişan li seranserê dinyayê belav bûne û em çûne ku jî, li wir kes hesabê me nake, her kes me li gorî dewleta em jê derketine nas dike û her weha li wî cîyê em lê bi cî dibin jî, tenê pîneyek in.
Wextê aqilê te ne aqilê te be, xwîna te jî erzan e
û bazirgan jî ji xwîna erzan hez dikin.
Heger aqilê te ji kîsê xelkê be, tu carî dewleteke te yê çênebe.
Û heger dewleteke te çênebe jî, di kokteylên dîplomasîya dewletan de, xwîna te şerab e.
Noş, ji bêhişîya me re!
Gotina Dawî
Pêşîyan gotîye, "Aqilê sivik, barê giran e" lê ji bo em bikarin di bin aqilekî giran de bi sivikî tev negerin, hewce ye em rişma wî aqilî ji destê xelkê derxin û ji bo xwe bibezînin!..