Di dema nuha de, ya herî rehet bidestxistina zanînê ye;
bi hezaran, bi sedhezaran cur bi cur kitêb hene;
heger bidestxistina kitêban zor û zehmet be, telefonên baqil hene, komputer heye, înternet heye û çi li ser telefonê, çi li ser komputerê bi rêya googleyê meriv dikare Xwedê jî, Şeytên jî têxe bêrîka xwe û xwe bike rebê wan.
Ma hiş û hafize ji hiş û hafizeya komputerê xurttir heye?
Bi kin û kurmancî,
komputer heta dev tije agahî û zanîn e, lê kî çawa bixwaze, li gorî berjewendîyên xwe dikare weha bi kar bîne.
Di dîroka dinyayê de bi dehan, bi sedan mînakên weha hene ku;
pirê kesên di eslê xwe de jîr, zana û xwedan vîzyon bûne, lê dema meriv dinere, meriv dibîne van kesan, bi hemû enerjîya xwe ew xusûsîyetên xwe yên zanîn jê difûrîya, li dijî însanetîyê bi kar anîne.
Loma jî,
kesayet û sekn û helwest berî her tiştî tê; heger kesayet û sekn û helwest tune be, ew zanîn bi rehetî dikare têkeve bin xizmeta zalim û zordestan.
Û dû re...
Ji qewla pêşîyên me mêrdînîyan:
"Xêr dibe xîyar" û jixwe hûn dizanin ew xîyar çi tîne serê meriv!
Di civaka me kurdan de jî pirê kesên weha hene; jîr, zana û têra xwe xwende.
Lê...
Ji ber ku kesayet qels û lawaz e, ew zanîn û xwendin zû zû li kesayetê bar nabe û wextê ew zanîn û xwendin tesîrê li kesayetê neke jî, populîzm mîna marekî reş pê ve dide û kesayet jardadayî dibe; ne sekin dimîne, ne helwest; di navbera wê kesayet û komputerê de tu cudayî namîne; êdî kî çawa bixwaze, li gorî berjewendîyên xwe weha bi kar tîne.
Lezgin Chali dibêje:
"Kurdîyeke pesnê Ataturk bide, çêtir e ji tirkîyeke pesnê Şêx Seîd û Seyid Riza û hwd bide..."
Heger nêta meriv ne xerab be û meriv li ser meseleyê kûr bifikire, meriv ê bibîne bê ciwamêr bi çi nêtê gotîye û dixwaze balê bikişîne ser çi.
Heger em bi nêteke xerab jî li gotina vî ciwamêrî bifikirin, encam ê ev be anku em ê vê peyamê jê derxin:
Kurdên bi kurdî pesnê Ataturk bidin, kurdên pûç û xerab û xwenezan in, lê kurdên bi tirkî pesnê Şêx Seîd û Seyid Riza bidin jî, ne kurd in, kurdên bûne tirk in anku kurdkokenlî ne.
Bi kin û kurmancî,
heger agahîyên şaş û xerab li kesayetekê barkirî bin, bi perwerdeyî û hewldaneke xurt meriv dikare wê kesayetê veguherîne û xurt bike,
lê heger zimanek miribe, ji nû ve dinya jî xera bibe êdî meriv nikare wî zimanî ji gorê derxe.
Bi gotineke din:
Kurdên xerab û nezan û xwenezan ên bi kurdî dipeyivin û bi kurdî dijîn, çendî xerab û nezan û xwenezan bin jî, ew îhtimal heye ku sibê, zarokên ji wan çê bibin, him xwedan kesayeteke baş bin, him jî kurdîzan bin, lê heger kurdî miribe, çi baş çi xerab, çi xwende çi bîrbir, mixabin ew ê tu hêz û zanîn nikaribe wê kurdîya mirî ji nû ve vejîne.
Gotina Dawî
Wextê em van tehlîlan dikin, ne ji bo bi kurdîzanîna xwe, em xwe li ser serê we qure bikin, ji bo wextê hûn di nav xelk û alemê de bibêjin em kurd in, xelk û alem bi qûna xwe bi we nekene û kenê guran bi we neyê em van tehlîlan dikin.
Lê heger hûn israr bikin, em dikarin xwe qure jî bikin, ne xem e.
Û ev jî nabe eyba me, dibe eyba we!..