"Amerîka bi zorê me dikişîne nav şerekî."
Sekreterê giştî yê Natoyê jî dibêje,
"Pûtin rehet nasekine, asoxî ew ê me mecbûrî şerekî bike."
Him!
Him!
Bêhna xelkê xerîb tê!
Him!
Him!
Bêhna xelkê xerîb tê!..
Bi zaroktî me pir digot; "Him him, bêhna xelkê xerîb tê! Him him, bêhna xelkê xerîb tê!"
Erê, vê pêla dawîn bêhna şerekî xerîb tê,
lê destê kê di bêrîka kê de ye, ne belî ye.
Rûsya dixe stûyê Amerîkayê; Amerîka jî dixe stûyê Rûsyayê.
Lê ez ditirsim tew talîya talî ev îhale li ser me kurdan bimîne!
Jixwe her tişt ji bin serê me kurdan derdikeve.
Li ser meseleyê:
Heger em kurd nebûna,
hewcedarî bi dehan dîn û îdeolojîyan nedima.
Wek çawa Xweda yek e, pêxember ê jî yek bûya;
xiristîyan û yahûdî û îslam ê di bin navekî de bibûna yek û êdî şer û pevçûn û kaos nedima.
Heger em kurd nebûna,
ne komunîzm derdiket, ne sosyalîzm derdiket, ne jî komarparêzîzîm û lîberalîzim û faşîzm û nasyonalîzm û quzilqurtîzm.
Heger em kurdan nebûna,
belkî gur û pez bi hev re biçêrîyana;
mirîşk bifirîyana;
keran hêk bikirana.
Çi zanim, heger em kurd nebûna,
belkî pengûenan terka cemedan bikira û êdî li germîyanan bijîyana;
qantir bizana;
meymûn bipeyivîyana;
keroşkan diranên xwe firçe bikirana;
kîso bi çargavî bibezîyana.
Heta heger em kurd nebûna,
belkî ji dêvla jinan mêr avis bibûna û wan zarok bianîya.
Na na, tew ez dibêjim heger em kurdan nebûna,
bi îhtimaleke xurt, pêdivî bi Xweda nedima û belkî wê çaxê jî Xweda xwe bi esmanê heyştan ve daliqanda û qûna wî ji esmanê heftan xuya bibûya.
Û me bi hev re li jor binerîya û bi hev re jî bigota:
"Haho! Ew qûn e yan gerdûn e!"
Gotina Dawî
Yan em kurd nebûna, yan jî Xweda û zarokên xwe nebûna;
lewra
em her du nifş di gerdûnekê de hilnayên.