Reîs di projeya xwe de bi ser ket; projeya danûstendina bi serokê sererd û binerd re...
Deng ji alîyê Edîrneyê bilîya û muxalefet bêyî HDPyê li dora maseya gilover civîya.
Serokê sererd û binerd, carinan bê hemdê xwe be jî, bi kêr tê û rojevê serobinî hev dike.
Kurd jî di nav de, her kes pê digire!
Qet nebe êdî em ne tenê ne...
Reîs dîreksîyon xistîye destê xwe û pê li xaza teqîyayî dike; kî dikeve ber, bi erdê ve dipelçiqîne, dike nanik.
Reîs hesabê kesî nake û wêrek e.
Muxalefeta ku newêre navê HDPyê bîne ser zimanê xwe, Reîs eşkere bi Rebê wê re di nav danûstendinên dîplomatîk û pragmatîk û taktîkîk de ye. Di ser serokê sererd û binerd re gefan li HDPyê dixwe. Eşkere berê xwe dide wan û dibêje, "Yan hero yan mero!"
Jixwe HDP jî dibêje, "Hero jî mero jî em bi te re ne rêbero!.."
Wek min berê jî gotibû, carinan tenê ji bo ez IQya "entelektuel"ên civakê bipîvim ez li derîyên hin odeyên twîtterê dixim.
Heger pîvan sohbet û nîqaşên van odeyan be, kurdan pê girtîye, Kurdistan av û av çûye û li ser kurdî jî el-fatîhe!
Pêr di odeyekê de, bi navê Avukat Mûrat ciwamêrek dipeyivî; hedepeyî û akepeyî civîyabûn.
De îja ya star!
Wî Mûratê qersî (Bi qastî ez "t"ya dawîyê nakim "d" lewra ji tirkekî bêtir yekbûna Tirkîyeyê diparast. Û bi ser wî halê xwe yê qirdik û reben û teres, bêhna xwe teng dikir û gilî û gazin li kurdên wek min û çend kesên wek min dinerin/dibînin/difikirin, dibarandin.
Sedema hêrsbûna wî jî, çima em doza azadî û serxwebûn û veqetandina ji Tirkîyeyê dikin.
Û bi sedan kesên di wê odeyê de bi gotinên vî teresê ew bi xwe jî hay ji teresîya xwe tune, xwe aciz dikirin û hewl didan gotinên wî pûç bikin.
Hey ehmeqino!
Kesên pûç, hewce nake meriv enerjîya xwe xerc bike û hewl bide gotinên jixwe pûç in, pûç derxe.
Pûç û pîç heman tişt in û ne erênî, ne neyînî tesîra wan hîç e;
loma jî wextê xwe bi hîç û hîçan re nebihurînin.
Hey teresên ji pişta teresan!
Jixwe şerê me ne bi we re ye û we biryara xwe daye.
Bi dewşirmebûyîna xwe hûn ketine pey berjewendîyên xwe yên şexsî û konfora we di nav vê teresîyê de veşartî ye.
Şerê me ne bi we re ye; şerê me bi wê dewleta ku ji bo konforeke erzan we xwe firotîyê re ye.
Ji bo em ji wê dewletê veqetin, çi ji destê me bê, em ê texsîr nekin, lê heqê we ye jî, bi konfora ku vê dewletê daye we, hûn xwe bextewar hîs bikin û ji bo dawî li vê konfora we ya erzan neyê, hûn hebûna vê dewletê biparêzin.
Û hûn tiştekî ji bîr dikin!
Li ser wê teresîya xwe rûnin û kêfa wê konfora xwe ya erzan derxin.
Neyên bi wê IQya xwe ya nare qûna mirîşkekê bi ser me de nekin barebar û gilî û gazinan nekin, da ku em jî wê teresîyê qebûl bikin û wek we bibin parêzvanên mîsakimillîyê.
Bi kin û kurmancî,
em dizanin we cilika bênamûsîyê kişandîye ser serê xwe, lê me jî nekişînin bin wê cilikê.
Cilika we tenê dikare ji me re bibe pîne û jixwe pîne jî beloq disekinin.
Û Edîp Yuksel.
Kêm kes ne tê de, jixwe ji roja roj de min ji dilsozî û samîmîyeta oldaran bawer nekiriye.
Û tew oldarên kurd!..
Ya star!
Oldarên tirk û ereb û faris, berê dibêjin qewm û qewmiyetî, dû re ol û îslam û bawerî; tenê bêhişên me, di rêya bêhişîyê de qewmê xwe dikin ax.
Edîp efendî jî bi wê tirkîya xwe ya nazik û kubar ku dîksîyona wî ne kêmî ya Zekî Muren û Bulent Ersoyê ye, radibe ji Amerîkaya xopan pesnê komara Ataturk dide û Şêx Seîd jî wek kesekî feodal û şerîetparêz dihesibîne.
Xwedê giravî mîna yekî enternasyonal destê xwe li sînga xwe dixe û dibêje, "Însan im, ez însan."
Her kes însan e, Edîp efendî; çi kurd, çi tirk, çi ereb, çi ecem, çi alman, çi îngiliz, çi amerîkî, lê berxê xalê xwe, tu tiştekî ji bîr dikî:
Kurd bi kurdîbûna xwe, tirk bi tirkîbûna xwe, ereb bi erebîbûna xwe, alman bi almanîbûna xwe, îngiliz û amerîkî bi îngilîzîbûna xwe însan in.
Ka berê, tu jî wek van kesan here bibe xwe, dû re kerem bike were em li ser însan û însanîyeta te bipeyivin.
Tu nanê bêxwê dixwî, tirên şor dikî.
Gotina Dawî
Ji kerema xwe re bi nekurdan re li ser meseleyên kurd û kurdî û kurdistanî nepeyivin û bi wan re nekevin nîqaşê, yan na xwe gûyekî dihesibînin.