22.02.2022 ye.
Jimareke qut û gilover; tu demançeyê jî di serîyan xî, jibîrkirin ne mimkun e.
Bi 2an dest pê dike, bi 2an diqede; ji serî heta binî 2 ne...
Ji bo rojên sembolîk rojeke ne xerab e.
Loma jî,
xêr û guneh ne di stuyê min de, li gorî nûçe û lêpirsînan dibêjin, îroj gelek 1an ji bo xwe bikin 2, 2 bi 2 xwe bi hev girtine û ji bo mahra xwe bibirin ber bi salonên mahrê ve pengizîne.
Lê ez ê mahra xwe nuh nekim heta nebe:
2.2.2222
Rûs û Natoyê li hev rep kiriye!
Kî yê ji ber kê daqurtîne yan jî kî yê kê qul bike, em ê bi hev re guhdarî bikin û bibînin.
Lê wer xuya ye em ê hemû pê bigirin!
Dibêjin,
piştî li ser înstagramê hejmara şopînerên Ronaldo bi ser 400 milyonî ketiye, Xwedê hesidîye û wî bi xwe jî bi navekî feyk/sexte ji xwe re hesab vekirîye.
Lê bi texmîna min, Xwedê ev hesab ne ji bo populer bibe vekirîye, bi îhtimaleke xurt, ji bo ew jî Ronaldo bişopîne, vekirîye, lewra ez dibêjim qey ew ji Ronaldo populertir e(!) çendî derfet tune be kes pê re wêneyan bigire jî...
Ne belî ye!
Belkî piştî çend teqtîkan ji Ronaldo hîn bibe, rabe xwe kifş bike.
Min go nizanim!..
Agir bi mala populîzmê keve!
400 milyon şopîner.
Ya star!
Li mala xwe rûne, tenê rojê bi markayekê wêneyekî xwe belav bike, ew ê tirînîyê ji ca pereyan bîne.
Law law law!
Xwedê di hinekan ne û Xwedê bi hinekan de, nabêje tu lawê kê yî.
Ez rebenê Xwedê jî...
Bîst û çar seetan bi kurdî
dipeyivim, difikirim, dixwînim, dinivîsînim, xewnan dibînim, xeyal û fantezîyan li hev siwar dikim, lê li ser înstagramê hîn tu carî hejmara şopînerên min bi ser hezarî neketîye; dev ji înstagramê berde, ji sibehê heta êvarî li ser twîtterê tenê bi kurdî dinivîsînim, ji 377 kurdan pê ve kes min naşopîne.
We got kurd qedrê qelemkurdîyan digirin?
Tew! Mala bavê we!..
Bi serê Şêx Telhed, bi qasî kurd ji qelemkurdîyan nefret dikin, ji dagirkerên xwe nakin.
Axir...
Gotina Dawî
Teknolojîyê qûn li populîzmê qetandîye, populîzm ê jî qûn li me...