Na na!
Dibêjin,
"Korona bi Reîs ketîye!.."
Ev zêdeyî du salan e vîrusa covîdê bûye belaya serê dinyayê.
Li seranserê dinyayê, ji hemû neteweyan zanist û zanyar bi haweyekî kolektîf anku bi hev re, pê ketine, bi şev û roj dixebitin ji bo ji vê malmîrata koronayê re dermanekî, çareyekê bibînin, lê mixabin, heta nuha ne dermanek peyda bû, ne jî çareyek hat dîtin.
Û wek her car dîsa Reîs bi hewara dinyayê ve hat!
Û koronayê pê girt!
Serok Reîs!
Mezin Reîs!
Reîsê me!
Serok Reîs!
Mezin Reîs!
Rêberê gelê me!
Ha wa Serok Reîs hat!
Ronayî bû, roj hilat!
Ha wa Serok Reîs hat!
Ronayî bû, roj hilat!
Serok Reîs!
Mezin Reîs!
Reîsê me!..
Wa ye dîsa şofêrê terextora sergo anku şofêrê terextora çopê Hatîp Dîcle derket pêyasê.
Tê bîra we!
Şofêrê terextora çopê Xetîbo, fikra Kurdistana serbixwe bi xwe re bir li ser sergo vala kir û vegerîya, lê di şûna fikra Kurdistana serbixwe de, xwe li ser sergo ji bîr kir;
lewra
fikra Kurdistana serbixwe, roj bi roj di nav keç û lawên kurdan de geş dibe, xurt dibe...
Lê...
Ka bê vê carê mezinên wî çi erk û wezîfe dayiyê!
Wa ye dîsa serê xwe ji qulê derxist û got,
"Xalo ez vaaa me!"
Li gorî encama lêpirsekê/anketekê, li Wanê serjimara mêran ji serjimara jinan zêdetir e.
Mêr: 582 hezar
Jin: 560 hezar
Ferq: 22 hezar
Ji bo mêzîn serast bibe, hewce ye em 22 hezar jinî ji Ukranyayê transfer bikin.
Off!
Mêrên wanî û jinên ukranyayî...
Çi celebekî ecêb ê ji wan bikeve.
Tirk şirîkên sûc û qebhetên dewleta xwe ne.
We bihîstîye tenê rojekê tirk li dijî sûc û qebhetên dewleta xwe derketine?
Na.
Wê çaxê,
ker di ca biratîya gelan ne!
Gotina Dawî
Kê got qantir nazê?
Wa ye zaye!..