-Çima na! Kameravan tu, derhêner ez û bila xalojna te jî ji me re bibe nûçegîhan û qedîya, çû...
-Le bila naveroka televizyona me çi be?
-Magazîn.
-Magazîn!
-Erê, magazîn.
-Kurd û magazîn, xal?
-Haweh! Jixwe kirasê magazînê li bejn û bala me tê, xalheyran. Tiştekî me wek xwe nema ye, her tiştê me bûye magazîn; ji sîyaseta me magazîn difûre, ji rewşenbîrîya me magazîn difûre, ji edebîyata me magazîn difûre, ji kultura me magazîn difûre, ji civaka me magazîn difûre. Kî derdikeve ser wê ekranê, mîna artîst û aktirîstan tenê quretî, halan, pesn û şinekî ji wan difûre...
-Te dîsa kevir li gwîzika hinekan xist!
-Bi serê te, ne li gwîzikê, tu kevir li serê wan jî xî, êdî ne xema wan e. Belasebeb negotine,
"Yê elimî ji yê cehemî xerabtir e."
-De baş e, em ê jî ji xwe re radyoyekê vekin naxwe...