"Ma bayê reş bi te ketîye!"
Yan jî,
"Çongên min ketine zikê te!"
Ev serê deh rojan in, ka bayê reş bi min ketîye yan çongên hinekan ketine zikê min, nizanim, lê tiştê ez zanim, nikarim li xwendinê germ bibim. Piştî xwendina du-sê rûpelan ez aciz dibim û ji bo ji wê acizîyê birevim xwe bi tiştine din diştexilînim.
Li televizyonê dinerim, heman nûçe, heman rojev û nîqaşên pûç û vala...
Hewl didim li fîlmekî binerim, lê li ber wî fîlmî ez di hundirê serê xwe de di nava du-sê fîlmên din de dibim karakterekî stuxwar û mîna bayê reş bi min ketibe, yan jî çongên hinekan ketibin zikê min, xwe tiral û westîyayî hîs dikim û diponijim di ser efendîyê xwe de...
Li muzîkê guhdarî dikim, hemû stranbêj di guhên min de dibin Emînê Erbanî û "Ax Aynûr zalim Aynûr" Aynûrên zalim li ser têla bîra min digihîne hev û dest bi govendê dikin...
Dû re radibim derdikevim derve. Hîn min du gav avêtine neavêtine, li ser sîyaseta kurdên bi jahra tirkî jardadahî bûne difikirim!
Û kenê min tê dema di zindana dagirkeran de kurdan ji bo kurdan kurdunde bikin bi kar tînin.
Lê me raperîn û berxwedana zindana Dîyarbekirê jî ji bîr nekirîye ku,
bi kurdîtî û xweşmêrxasîya zarokên kurdan dagirker ji qudûm de ketibûn û li xwe heyirîbûn!..
Heger ez li xwendinê germ bûm, jixwe ez ê germ bibim, na heger ez germ nebûm, ez ê xwe bidim benda tavê...
Û dema tav dide qûna meriv, hişê meriv tê serê meriv!