Xalê Hesîp:
"Ne Joe Biden, kurd ê xwe bi xwe-bi qaweta pîyên xwe bi ser kevin."
Xalê Evdî:
"Bi saya serê we, ev serê çel salî ye, em di navbera Xelîl û Celîl de şevoquzî bûn. Du gavan pêş de diherin, sê gavan paş ve."
Muxtarê Çizaviza:
"Heger di şûna Hesîp de min ev gotin bikira, ne muxtar, kesî yê ez nekirama gavan ji dewarên xwe re."
Haşimê Xaltîka min Şeha:
"Qafê xalê Hesîp pir xweş e, nizanim her şev berî rakeve çi dikişîne-çi vedixwe? Ka ji kerema xwe re li ser twîterê bila daxuyanîyekê bide, em jî wek wî bikin. Li ser van rêyên dûr bi serîyekî normal şifêrtî nabe."
Evdirhîmê Hecî Emîn (Evdirhîmê Dîn):
"Gelo kî kare bi xêra xwe dengê min bigihîne xalê Hesîp? Piştî hefteyekê li gundê me daweta Fexrî heye. Em ê di qûnê kin yekê ji Fexrî re bînin. Bila xalê Hesîp were beşdar bibe, bi wî qafî em ê govendeke xweş bikişînin."
Hisênê Şêxê:
"Bi telaq, babayekî wek xalê Hesîp ji vê pêyasê re hewce ye. Xwezî nuha li vir bûya, me yê bi saya serê wî xeraca Qezê giş bixwara."
Emîna Sadûno:
"Xwedê min bike qurbana serê te, Hesîbo! Ka ew mêrên berê loo! De îja were piştî van gotinên te, here bibe jina xwelîserekî!.."
Ez:
"Xalê Hesîp, te pirça jêr û jor di serhildan û berxwedanan de spî kir, lê îro ro kurd mîna sîh sal berê, bi dizî bi zimanê xwe dipeyivin li kuçe û kolanên demokratîk-ekolojîk Tirkîyeyê."