24 Ağustos 2020 Pazartesi

nok û bîra, bayern û psg

Vê sibehê min kulmeke nok xist nav avê, ji bo êvarî ez bikelînim û li ber bîrayê, piştî her qurtê carê çend hebeyekî biavêjim devê xwe.
Wek hûn zanin îşev maça Bayern û PSGyê hebû.
Heger we neceribandibe, biceribînin. Hûn ê poşman nebin.
Li ber bîrayê, nokên kelandî heyat e!
Axir, min nokên xwe kelandin, bîraya xwe danî ber xwe, lambeyên zêde vemirandin û li ber televizyonê min xwe dirêj kir.
Min xwe dirêj kir, lê min kir û nekir PSG dirêj nebû...
Min go em kurd pişta kê digirin, xêrê ji xwe nabîne. 
Îşev jî me pişta PSGyê girt, PSGyê jî pê girt!
Di nava rojê de jî min çend şûşe li enîya xwe xistin, nuha jî çend şûşe...
Lê ji kerbê Neymar û Embape, şev li min şevoquzî bû, min kêf û zewq ji şevê nestend. (Xwezî min şeva xwe bi tiştekî din derbas kiribûya)
Tiştê çû, nede dû!
Nuha jî min xwe li ber xewê xweş kirîye, heger hat, jixwe ew ê were, na heger nehat, ez ê bifîkînim heta tê.
De bila îşev jî werê be. 
Her roj her roj nabe ez bi nivîsên seksî destmêja we bişikînim.
Şev xweş û xew û xewn geş!..