Ji 5 metreyan li ser maskeyên wan gûyê mêşan kifş dibe.
Gazinan dikin:
"Çima xelk bê maske digerin!"
Yê sergurûz û yextiyartir li min nerî û fitilî ser hevalê xwe:
"Ji yekîtîyê qawet dizê"
Biwêjeke tirkan e. Kurdîya wê jî:
"Meriv bibe yek, her tişt safî dibe yek bi yek!"
Belkî jî di nav biwêjên kurdî de biwêjeke weha tune ye, lê xem nake, bila ev jî ji bo gencîneya biwêjên kurdî ciwamêrîya min be. Û jixwe piştî can û cesedê min di bin axa sar de bibe para kêzik û kurmikan, nifşê ji kîr û quzê me zêde bibe, ew ê vê gotinê jî wek biwêj ji xwe re bi kar bîne.
De îja wê çaxê serî yê li min mezin bibe, mezin bibe, hew di gorê de hiltê, heger kêzik û kurmik bihêlin...
Axir, ez vegerim mijara xwe û wan her du ciwamêran.
Piştî gotina ciwamêr ku got, "Ji yekîtîyê qawet dizê!" yê din jî serê xwe kil kir û lê vegerand got, "Xebera te ye"
Li cem me "Xebera te ye" tê wateya "Tu rast dibêjî"
Dû re ez fikirîm, ev her du xweşmêr qala vîrusê dikin an qala artêşa Çînê dikin(!)
Çi eleqe(!)🤔
Otobus sekinî, tam min gava xwe avêt jêr, bi bêhna parfuma jineke jin ez sersem û gêj bûm. Çi qasî min li dora xwe nerî jî, min xwedîya wê bêhnê nedît.
Lê li avahîya hember li şaneşînê jinek porsor rûniştibû, cixare di nav lêvên sor de, awirên wê li derdorê belav dibûn.
Min texmîn kir ew bêhn bêhna wê ye.
Û nizanim çi eleqe, ji nişka ve têgeha feminîzmê xwe li nav pêlên mejîyên min xist. Û herweha ez li ser feminîzma me kûr û dûr çûm...
Jinên kurd ên feminîst doza heqê jinê û neheqîya li jinê dibe li mêrên kurd ên belengazîst dikin.
Jixwe rebenên mêran, ji bêdewletbûnê perîşan bûne, mîna mirîşka gêj ku çi bi ber dikeve nikilê xwe lê dixe, heta nuha çi ji wan re hatîye gotin, bi serê xwe erê kirine, ew ê çawa bi kêrî jinê werin.
Serê xwe rakirîye, dewletê li serî xistîye, nigê xwe radaye, rêxistinê qondaxa çekê li çongê xistîye. Peyivîye, civakê ziman birîye, nerîye, dîn çav derxistîye. Di navbera dîn û civakê de, di navbera dewlet û rêxistinê de kesayet pûç bûye, xîret mirîye, namûs bi ber nigan de çûye, hew zane çi ye, çi dixwaze, jinên feminîst radibin bi gilî û gazin û heqaretên xwe hebekî din wan ji kesayetê dûr dixin.
Feminîstino!
Mêrên kurd ne mêr in ku bi çavê jintîyê li we binerin û guh bidin gilî û gazinên we.
Li ser rûyê vê erdê berê ji bo xwe û mêr konekî netewî vegirin, dû re li ser xeyal û fantezîyên xwe bifikirin û serî li xwe û mêran biêşînin.