29 Ağustos 2020 Cumartesi

de bila îşev jî weha be

Ez nuh li xwe hayil bûm ku îroj min ji bo bloga xwe tişt nenivîsandîye.
Seet li dora yekê şevê ye, yan jî bi gotineke din meriv kare bibêje, êdî dem bi ser nîvê şevê ketîye, lê ji ber ku hîn şev e û bi ser de jî derdor tarî ye û jixwe me jî hîn serî neavêtîye xewê, ne dereng e.
Lê ka ez çi ji xwe re bikim mijar û vê şeva ku ji 28an derbasî 29an bûye ji kîsê min nere?
Wek ku serê min jî piçekî diêşe. Lê min zêde jî venexwar, tenê du şûşe...
Gelo çima?
Yaw de ez jî filîm im!
Îja çima!
Serî ye û êş ketîyê!
Ma mîrato ne Xurs e ku ez rabim bi pirsê herim Xursê...
Ev gotin jî, bi min ji bin serê xursîyan derketîye. Bi qasî xursî pesnê Xursê didin, yewnanî pesnê mîtolojîya xwe nadin.
Ka ji kerema xwe re rawestin, nebêjin çi eleqe? 
Erê, bi qasî xursî pesnê Xursê didin, yewnanî pesnê mîtolojîya xwe nadin, loma jî êdî li ser rûyê erdê yekî rêya wî bi derdora Mêrdînê bikeve, teqez navê Xursê jî di programa xwe ya gerê de dinivîsîne.
Li ber dilê xursîyan şeml û şemal û îhtîşama sûlava Xursê, di ser sûlava Nîagarayê re ye.
Xursî ne û normal e. Wa ye ew jî xwe di ser feylesofên qedîm-antîk ên yewnanî re nabînin.
Axir, min dikira qala çi bikira?
Jan bi serê xursîyan bikeve! Dema meriv wan tîne bîra xwe, rêya rast li ber meriv şaş dibe...
Belasebeb negotine:
Şeytan li Dêrikê gon xwarîye, li Qoserê avis bûye, li Xursê zaye!
De berî mijar here ser omerîyan û tirî û dimsa wan, ez xatir ji we û şevê bixwazim.
De bila îşev jî weha be!