Ne ev nifş,
ne nifşê piştî vî nifşî jî,
nifşê ku bi me re ranebe-rûnene û bi me re hevaltîyê neke, wê bi berhemên me me binirxîne û qîmet bide me.
Hêvîya min ji vî nifşî û ji nifşê piştî vî nifşî tune ye.
Sedem:
Ev nifş, nifşekî durû, şinek, şelaf, qûnalês û populîst e.
Û em ji durûtî, şinekî, şelafî, qûnalêsî û populîstîyê hez dikin.
Nifşê piştî vî nifşî jî ew ê di bin bandora vî nifşî de mîna vî nifşî ne xwedan helwest be,
ji ber ku,
hîn em ê sax bin û ji mecbûrî carina em ê bi rû hev kevin.
Lê heger welatekî azad û serbixwe bibe qismet û nifşê sêyem xwe ji xwelîserîya partî-rêxistinan, xwe ji nezanî û ehmeqîya sîyasetnezanan rizgar bike, mîna projektorê tav ê bide qûna me.
Û wê çaxê qûn ê serîyan kifş bikin,
ka kî berx e, kî beran e.
Loma,
ez bi mejîyê xwe re şer dikim
û hûn ne li ser bala min in.
Ne çepikên we,
ne halanên we,
ne jî gotinên we yên tije pesin û durûtî ji wan difûre,
belika guhê min jî xwê nade ji we û bêkêrîya we
heger siberojek hebe...
De ku hebe, jixwe ew ê hebe; na, ku tune be,
em ê bi hev re nan biçînin şorbeyê.