18 Ağustos 2020 Salı

korona

Li Mêrdînê korona bi çargavî dibeze. 

Ez telefonî kê dikim, bi koronayê ye. 

Û bi awayekî cidî kes hew li vê kîrquzdêya koronayê dinere. 

Ne xwe ji hev vedigirin- Doktor Eser, ji dêvla navbera civakî vê peyvê bi kar bîne û têm çavên te-, ne jî hev distirînin. 

Bi qedehekê avê vedixwin...

Di mesefekê de xwarinê dixwin...

Sê kevçîyan şeş kes bi kar tîne...

Hevdu maçî dikin...

Hevdu himbêz dikin...

Bi hevdu diqurincin...

Dinin hevdu...

Û koronavîrusê diwelidînin.

Etehyato, 

korona lê siwar hato!

Dewleta ku ji bo kurdan qir bike, çi qas celebên qirkirinê bi kar anî jî bi ser neket, hêvîya wê maye korona; ji Xwedayê bertîlbûyî re dua dikin, da ku kurd bi ber pêlên koronayê kevin û nefilitin.

Lê wer xuya ye, 

ne xweda,

ne dewletên dagirker,

ne jî korona, 

ew ê nikaribin kurdan qir bikin...

Kurd ji koronayê, biborin, kurd ji mirinê mezintir in!

Û jixwe kurd, bi şirîkantîya tîpa "K"yê dişibin koronayê.

Heger ew xwe bi xwe xwe qir nekin, tu hêz û nexweşî yê nikaribe wan qir bike!