Lê ne ji bo bi devançe û keleşkof û kevkanîk û patpatkan şerekî romantîk bikin,
ji bo parastina xîret û şerefê...
Rêxistinek divê!
Lê ne ji bo di nav sîstema dagirker de hêdî hêdî marjînalîze bibe û piştî demekê bibe dijminê xwe,
ji bo parastina heysîyet û rûmetê...
Rêxistinek divê!
Lê ne ji bo xwîna keçên gulîsor û xortên bejnfêrizî di ber demokratîzekirina dagirkerên zalim de biherike,
ji bo parastina siberoja xwe û axê...
Rêxistinek divê!
Lê ne ji bo hinek li ser xwîna hinekan bibin baron, kont, beg, axa, karsaz, konformîst û bixwin, vexwin, bigerin, li kêfa xwe binerin,
ji bo parastina namûsê...
Lê kîjan namûs?
Berê ji bo kurdan namûs namûs bû, li ser namûsê eşîr diketin ber hev, mêr dihatin kujtin, malbat sirgûn dibûn. Sûcdar, an diket bin axa sar an jî mîna xeybanîyan bi carekê ji ortê wenda dibû, êdî hew haya kesî jê çêdibû.
Lê îro ro,
bi saya serê xwelîser û xwenenasan, wek hemû nirxên kurdan, namûs jî bi erdê de çû û bû kulmeke ax.
Rêxistinek divê!
Divê tenê armancek wê hebe:
Li ser serê kesên li metropolan kurdan lînç dikin,
li ser serê kesên dest diavêjin namûsa keç û jinên kurd,
li ser serê kesên di înşeatan de kurdan biçûk dixin û bi xwîna wan li ser canê wan alaya xwe çêdikin,
li ser serê kesên kurdan di ber kurdî de dikujin,
li ser serê kesên di malên kurdan de êriş û tecawizî wan dikin û li ser dîwarên wan sloganên faşîstane dinivîsînin,
li ser serê kesên bi salan e kurd ji desthilanîn xistine, bênamûs û bêxîret kirine,
rixistinek divê, rêxistinek ku li ser serê van pûşt û teresan bibe ruhstîn û celad.
Erê, rêxistinek divê!
Rêxistinek mîna wê rêxistina di fîlmê Quantin Tarantino yê bi navê "Inglourious Basterds" de ku hedefa wan tenê faşîstên neqane-bijarte bû...
Erê, rêxistineke bi vî rengî divê!
Ji bo dîsa em li namûs û şeref û xîreta xwe vegerin, rêxistineke xweparêz, namûsparêz, şerefparêz, xîretparêz divê!
Rêxistinek divê!
Divê endamên vê rêxistinê, bi roj rakevin, bi şev bibin celad û ruhstîn û mal bi mal, kuçe bi kuçe, kolan bi kolan, bajar bi bajar li pey şopa wan kujerên devbixwîn, destbixwîn bigerin û ceza li wan bibirin, di dil û mejîyên wan hov û teresan de bibin tirs û xof..
Rêxistinek divê!
Divê xwe nesipêre bext û ûjdan û rehma dagirkerên xwe...
Rêxistinek divê!..