Ez bikutim sosyal deneyên we!
Li ser axa me hûn ê zimanê me li me qedexe bikin, hûn ê bi zimanê xwe yê pînekirî zimanê me li me bike marekî reş û me jê bitirsînin û dû re werin li welatê me pesnê humanîzm û ciwamêrîya me bidin.
Ez bikutim sosyal deneyên we!
Di bin navê biratîyeke pûç û derewîn de hûn ê her tim bi çavê "biçûkê malê kûçikê malê" li me binerin, çi karê pîs û zor hebe, hûn ê me bidin pêş û bi me bidin kirin, dû re werin li welatê me pesnê merdî û jêhatîbûna me bidin.
Ez bikutim sosyal deneyên we!
Dema em li kuçe û kolanên we dimeşin, ji tirs û xofa faşîsîzm û barbarîya we em newêrin bi zimanê xwe bi hev re bipeyivin, ku em li straneke xwe guhdarî dikin, çavê we bar nabe, hûn nabêjin biçûk e mezin e yan jî jin e, mîna meriv di şer de be û êrişî dijminê xwe bike, hûn êrişî me dikin, dû re wek tiştek nebûbe werin li welatê me pesnê ciwanmerdî û mêvanperwerîya me bidin.
Ez bikutim sosyal deneyên we!
Hûn diz in!
Hûn barbar in!
Hûn hov in!
Hûn pîç in!
Û kurdino!
Hûn jî dev ji vê belengazîya xwe berdin û bes bi wê hestîyarîya xwe ya teres bixapin.
Neyarên we, ji hêlekê ve bi alîyê we yê însanî-dilovanî pesnê we didin, ji hêlekê ve jî bi neînsanbûna xwe pê li serê we dikin.
Heta hûn ji van neînsanan xelas nebin, hûn jî nebin însan;
însanetî û dilovanî û rehma xwe taloq bikin.
Û bi neînsanan re bi neînsanî şer bikin.
Stuyê xwe bi ser xwe de xwar nekin.
Yan hûn ê li ser xwe biedilin û dijmin û neyarên we yê ji sekn û helwest û heybeta we biricifin,
yan jî hûn ê cilika bênamûsîyê heta hetayê bidin serê xwe û hew gazinan bikin.