2 Ağustos 2020 Pazar

çima

Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Di qada edebîyatê de edîbên herî xurt kurdên qelemtirk in. Edebîyata wan ê beyar bimîne, loma nahêlin.
Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Di qada hunerê de hunermendên herî jêhatî kurdên hunertirk in. Hunera wan ê xav bimîne, loma nahêlin.
Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Di qada bazar û xizmet û hemalîyê de bazirganên herî jîr, xizmetkarên herî jêhatî, hemalên herî birçî kurdên zimantirk in. Ew ê li xwe biheyirin, loma nahêlin.
Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Di qada muzîkê de muzîkvanên herî serketî kurdên hesttirk in. Muzîka wan ê pûç bibe mîna meytekî bê ruh, loma nahêlin. 
Bi darê zor be jî, tirk ê tu carî nehêlin kurd ji wan veqetin.
Çima?
Heger tirk bihêlin kurd ji wan veqetin, bi destê xwe xwe dikujin-tune dikin, loma nahêlin ji wan veqetin.
Ma tirk ehmeq in?
Na, yên ehmeq em in ku em pozê xwe ji qûna wan dernaxin.