Xalê Cemîl bi sê dengan bang Zeûsê xwedayê xwedayan kir û got,
"
zeûs lawo xwedayê xwedayan li min lîyan e li min lîyan e
xweda min bi qurbana bejn û bala te xwedayê xwedayan ke li min lîyan e
em ji ber eskerên romê jar û perîşan in li min lîyan e
heger tu bi gazî û hewara me de werî û me xelas bikî ji van teresbavan e
sozê didim te ji wan sozên mêran e
em ê li qendîlê te bikin mêvan û dawetekê çebikin ji te re ji wan dawetên bav û kalan e
em ê jineke ereb û jineke ecem û bi ser de jî jineke tirk li te mahr bikin li te xweş helal e
em ê di daweta te de lêxin deh def û deh zirneyan e
heger dilê te rehet nebe em ê bişînin pey emînê erban e
bila bi tembûra xwe hilweşîne van gelî û lat û zinaran e
lê me xelas bike ji van teresan heta hetayê te go çi em ê dernekevin ji peyva te lo xwedayê xwedayan e
lo li min lîyan e zeûso xwedayê xwedayan li min lîyan e
lo li min lîyan e zeûso xwedayê xwedayan li min lîyan e
xweda min bi qurbana bejn û bala te ke zeûso law li min lîyan e
"
Zeûsê xwedayê xwedayan bi sê dengan bi ser konseya xwe de kir gazî û hewar û got,
"
kuro law poseidon bilezîne here li derîyê mala hermes û hefestî xîne bila rabin
ji wan bêbavan re bibêje bila ji ser sîng û berên atîna û artemîzê rabin
ji nîvê şevê heta destê sibehê meriv di wan ne meriv ji wan têr nabe
û ji xwe ew bi xwe jî ji nîyhandinê têr nabin heta pişta te nekeve ber te ji bin te ranabin
kuro law poseidon ez ji te re dibêjim li me gazî û hewar e
apolo jî şîyar bike bila nebêjin zeûs qêmîşî wî lawê xwe yê pîç î bênamûs nekir berê wî neda şeran e
şûr û mertalên xwe hildin em ê herin ber bi qendîla fêrizan e
dibêjin eskerên romê eriş birine ser xalê cemîl û mûrad û dûran e
heger em xwe negihînin wan mîna xiltan ew ê binê qendîlê qulqulî bikin û bikolin heta olîmposa bav û kalan e
ev şer ne şerê mahfelîtîyan û şerefîyan e
ev şer şerê asîmilasyon û entegrasyon û ekolojîya hevalên me kurdan e
xêr û guneh di stuyê xalê cemîl de be vê êvarê go bêbavên tirkan hewl didin me asîmle bikin li ser axa me şêran e
bext nemirîye lazim e em herin bi hewar û gazîya van hevalan e
belkî rojekê ji me re lazim bibin ew şêrên şikeftan e
bilezînin xwe biavêjin ser baskên teyran e
heta qendîlê li derekê nedin mola û bêhnvedan e
"