li cîyê xwe yê her tim li ser tutukan rûniştî
ziq li min dinerî
min zanîbû berê wî li min e
awirên wî li ser min digerin
westîyayî bû
êdî kal bû
ruhstîn ketibû pêxîlê
wî bixwe jî zanîbû qonaxa dawîn e
êş difûrîya ji awirên wî
çav sist
pişt xûz
qermîçekên rûyê wî dinalîyan
min nedixwest bi min bihise
ku ez zanim wa ye li min dinere
pir û pir bi ser min de bû
bi salan bi hesreta lawekî
her dest vegirtibû li ber xweda
lawê ewil bûm
delalî
rûmeta mêranî
û berdewamîya zurîyeta wî bûm ez
ji nerîna wî ya wê kêlîyê min hest kir ku
êşa wî ne ji ber koça ji nav me ye
êşa wî dûrketina ji lawê xwe ye
cara dawîn
ji kezeba peritî
ji hesreta netebitî kûr û dûr dinerî
wê kêliyê
ji nav kezebê min hîs kir ku
awir jî digirîn
diqîrin
diêşin
jan didin
wê kêlîyê min hîs kir ku
bavê min ne tenê li min dinere
herweha
bi nerîna li min dinere
dixwaze çavên xwe têr bike
di ber ruhstîn de bûbû lepeke hestî
mîna zarokekî birçî ku
ji girî hestîkên çavên wî qerimî
ew bavê min ê wek çîyayekî
ji bo hesreta nerîneke parsekî
li ber ruhstîn serî danî
lê têr li min nenerî