Civat geriya, bû qala hez û eşq û doxînsistîyê.
Serî li me germ bûbû.
Ji nişka ve bêdengî çêbû.
Çavê gişa li ser min bû.
Birazîyê min got, "Apo tu jî doxînsist î?"
Min got, "Birazîyê hêja, bi serê te doxîna min li heram venebûye."
Xortê nuhbalix ewil li min nerî, dû re fitilî ser apê xwe yê din, li wî nerî. Got, "Ha apo! Ma rast e?"
Apo li min nerî, ziq ma sekinî, dû re bi fiqurî mizicî, got, "Erê berxê min, çawaa! Meriv kare li ser çakêtê wî nimêj bike..."