Pîreke kelbecerî- Kelbecera Kurdistana Sor- ji ber êşa canê xwe dişîne pey lawê xwe.
Navê law Yûsif e. Yûsif li Bakuyê profesorekî qerase ye.
Axir Yûsif tê cem dêya xwe, dibêje, "Xêr e yadê, kî der te diêşe?"
Pîrê dibêje, "Berxê min, bi şev heta destê sibehê dikim nakim nikarim rakevim, xew nakeve çavên min; ji bêxewî êş dikeve serê min."
Yûsif dihere malê, radihêje şûşeyeke konyak û dîsa di nig de vedigere.
Bi dizî qedeheke konyak dadigire û dide destê dêya xwe.
Dêya wî li qedehê dinere, li wî dinere, dibêje, "Ev çi ye, Yûsifê min?"
Yûsif dibêje, "Derman e, yadê. Ez çûm, min nexweşîya te ji hevalê xwe yê doktor pirsî, wî ev derman ji bo te da min. Ka vexwe, vexwe..."
Pîrê qedehê li enîya xwe dixe, bi ser xwe dadike û derbasî odeya xwe dibe.
Heta sibehê dibe xurexura pîrê, radikeve.
Roja din Yûsif dîsa tê serîyekî didê.
Li dêya xwe dinere, dibêje, "Ew derman çawa bû? Tu pê baş bûyî, yadê?"
Pîrê destên xwe vedigirin û li jor dinere, dibêje, "Wey Xwedê ji te û hevalê te razî be, berxê min! Wek zarokeke berşîr, heta sibehê ez raketim û min pêxember di xewna xwe de dît."