Amedî, bi mentiqa kurdî bi tirkî dipeyivin.
Loma jî,
kurdî ji bîr kirine, lê tirkî jî dilewitînin.
Yanî,
erê, çendî jibîrkirina kurdî xisar be jî, lewitandina tirkî jî kar-fêde ye...
🤔🤣🤔
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Xwelîserên kurmancan, hema kî bi soranî peyivî, kê bi soranî nivîsî, xwe jî-ew jî li ser serê me kirin rewşenbîr...
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Min berê gotibû, dixwazim dîsa û careke din li derîyê bîra we bixim:
Berhemên bi qelema kurdîzanan bi zimanên dagirkeran çap bûne-çap dibin, ji çek û selehên dagirkeran bêtir tahdeyê li kurdî-kurdan dike!
@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@@
Zana û xwendeyên kurd- bi taybet jî yên bi awayekî cidî hewl didin bi rêbazeke rêberî û rewşenbîrî şîretan li civakê bikin û berê civakê bidin rêya rast- ji kerema xwe re bi aforîzmayên Hegel, Fanon, Sertre, Nietzsche, Osho yan jî bi pasajên berhemên Tolstoy, Hemingway, Tolstoy, Camus, Kafka û Dostoyevski quretîyan nekin.
Em zanin hûn wan feylesof û nivîskaran nas dikin û we berhemên wan "xwendin"e, lê bi qasî we ji xwe û ji dinyayê fêhm kirîye, li gorî şert û mercên civak û axa xwe, heger du gotinên we hebin, kerem bikin, heger na, pêdivî bi tûrikên we yên tenê ji nav û peyvan pêk tê, tune ye.