22 Temmuz 2020 Çarşamba

Senfonîya Dengan


li bin konên ereban,
pîrebokên lezbiyen govend digerandin
li ber senfonîya cizba sofîyên bîseksuel.
hecîyên serserî bonzayî dikişandin, 
li pişt mizgefta gund.
û 
meleyê pedofîl, 
li ber fîlmekî erotîk li ser şujdeyê di xew re çûbû; 
bi sed û yek oxên bi derb 
morîkên tizbîya wî belawela bûbûn.
şêxê mêrê çar jinan bi xwe xweş dianî vê esirîyê,
bi bêhna delingê jinebîyekê.
û 
bi niviştên şêx,
jinên kurdunde, 
mêrên nemêr bera ser xwe didan,
bi hêvîya kurekî din li ser serê keçan zêde bikin.

li vê dinyaya ku,
jîn bi jinê diwelidî,
jîn ji jinê direvîya
û 
li dinyaya din jî 
dibûn xelata bêehleqîyê,
jin.

pezên bê şivan ji şevînê vedigerîyan,
di bin çavdêrîya guran de.
piştî şoreşa keran, kûçik civîyan
ji bo hilbijartina şivantîyê;
bi navê elo elokek bû şivan.
û 
ji bêhişîya mirîşkan,
jin derketin duayê aqil.
mirîşkan hew nikilê xwe li gû xistin,
dîkan terka azanê kirin,
wê salê çavê kesî bi hêkan nebû.

zivistana îsal,
ji jor de, 
ji dêvla baranê aqil barîya,
tenê kurd ji malên xwe derneketin 
û 
xwe nedan ber.
li ser hêsirên kombûyî, 
dengbêjekî bi zimanekî nedihat fêhmkirin kilam digot.
herfên qaçax yên ji nav lêvên wî dengbêjî difilitîn,
li kumên xwe digerîyan, 
bi dizî.
û 
berî roj hilê bi çar deqeyan,
jinekê ber avêt, 
kur(d)ek ji ber çû.