Min got:
-Seadetê, li hember mirinê tu çi qasî hestsar î, lêê. Yê nizanibe, wê bibêje qey tu hîç li ber nakevî...
Got:
-Ma çawa li ber nakevim, berxê mino. Piştî demekê êdî mirin jî dibe hestek ji hestên te.
Min êşa bav tahm kir,
min êşa dê tahm kir,
min êşa bira tahm kir,
min êşa xwehê tahm kir,
min êşa mêr tahm kir,
min êşa law tahm kir...
Bi kin û kurmancî min hemû rengên mirinê bi van çavan dît û tahm kir. Tahl, şêrîn, mirin heye û li ser ser û li ser çavan, berxê min.
Min got:
-Weleh êdî tu bi xwe bûyî êş û êş bi te diêşe, dêya êşê, Seadeta êşê!