21 Temmuz 2020 Salı

Salihê Ne Salih

Ez ê ji we re meseleyekê bibêjim, lê ev bûyer doh qewimîye, yanî wek meseleyên min ên din ji xeyal û fantezîyên min nezaye.
🙂🙂🙂
Xwarzîyekî min heye bi navê Salih, li Wêranşarê rûdine. 
Xwedê wî bihêle piçekî serserî ye. Karê wî araq û esrar e.
Doh, ew û çend hevalên xwe yên sût ji bo li ber destê Şêx tobe bikin, bi hev dişêwirin û dibêjin ka em bîskê herin mala Şêx. 
Axir, diherin mala Şêx, piştî şêwir û civat xweş dibe, Salihê me cixareyekê dipêçe û keremî Şêx dike. Şêx îmana cixareyê diçikîne, heta bêhnek jî tê de hebe, dikişîne nav kezeb û gurçikên xwe.
Derengê şevê xort destûrê ji Şêx dixwazin û radibin derdikevin. Şêx jî bi wan re derdikeve derve û heta serê sikakê bi wan re dimeşe. Xatir ji hev dixwazin û her kes dihere mala xwe, Şêx jî li mala xwe vedigere.
Roja din berî nîvro, Şêx li çarçîyê li Saliho rast tê.
Şêx dibêje, "Kuro Saliho, doh ew çi cixare bû te da min law! Heta min xwe gîhand malê, li bin guhê deh dîwaran ketim."
Salihê me di bin simbêlan de dikene.
Bi kin û kurmancî, Şêxê me repandîye esrarê, serî lê bûye dixan, haya wî ji bayê felekê tune.
🤣🤣🤣
Xwedêgiravî yanî Saliho û hevalên xwe ji bo terikandina esrarê, diherin li ber destê Şêx tobe bikin, Şêx jî dikin hevalê xwe...