22 Temmuz 2020 Çarşamba

Ez Di Dîn û Dîyaneta Însên Nim

Bi salan e, ne dewleteke xwe heye, ne jî mîna însanan heqekî xwe.
Li ser axa bav û kalên xwe mîna her netewê ne hur in, ne jî azad in.
Axa wan di nav çar dewletên zalim de perçe perçe ye û li ser axa xwe pêrgî her zilm û bêbextî û zalimtîyê tên.
Bi xwîna wan destmêj digirin, li ser bextê wan demokrasî û konfora xwe saz dikin.
Serê kê diêşe, berê xwe dide wan, ji bo aramî û aştîya însên her tim li pêş in.
Lê ne dilê misilmanekî bi wan dişewite, ne dilê kafirekî bi wan dişewite, ne jî dilê demokrat û sosyalîst û kominîstekî...
Ji roja vîrusa koronayê derketîye, hemû netewên serdest ketine tev, vitevita qûna wan e, hew zanin ji tirsa wê berê xwe bidin ku û çi xwelîyê li serê xwe bikin.
Û ez wek navê xwe zanim, anuha kurdek dermanê vê vîrusê bibîne û ji van netew-dewletên pûç û û vala û bêbext re bibêje, "bi şertê hûn Kurdistana min azad bihêlin ez ê vî dermanî bidim we" dîsa ev bêbext ê ji mirin û qira xwe re bibêjin erê, lê wê ji Kurdistanê re bibêjin na.
De madem na ye, 
Bijî vîrusa koronayê!
Ez dîn û dîyanet û bextê însên nim!