24 Temmuz 2020 Cuma

Mejî û serî

Di emr û heyata xwe de, ne li bextê xwe guhdarî kirine, ne li ûjdanê xwe, di rojên înê de radibin gilî û gazinan dikin, dibêjin, "Ev dinya xanek e, ji te re jî namîne, wê roja te jî were!.."

La hewle wela!

Mejî tiştekî ecêb e. Di her serîyî de heman tesîr û randûmanê nade.

Ji Xwedê bawer dikin.

Pê bawer in ku bêyî qudreta wî pel nalive.

Lê hemû dek û dolab, qulopuloyên wan li ser xapandina Xwedê ye.

Loma jî, 

mîna çîroka hêk û mirîşkê; 

"Hêk ji mirîşkê derketîye, yan mirîşk ji hêkê!"

Piştî vê ehmeqîyê, heger em destê xwe li pêxîla van xwelîser û xwenezanan xin û ji wan bipirsin, 

"Xwedê însan çêkirine, yan însanan Xwedê!" divê xwe ji me aciz nekin...